Di navbera gerîlayên HPG û artêşa dagirker de şer rû dide

Artêşa Tirk a dagirker, piştî bombebarana şevê din a li Lolan û Şekîf, îro jî li herêma Xakurkê êrîş dan destpêkirin. Li herêmê di navbera hêzên HPG’ê û artêşa dagirker de, şer rû dide.

Li gorî zanyariyên ku çavkaniyên herêmê ragihandine, artêşa Tirk a dagirker şevê din, bi balafiran herêma Lolan û Şekîf bombebaran kir.

Artêşa Tirk a dagirker îro jî, ji serê sibehê ve bi helîkopteran leşker danîn ser çiyayê Şekîf û Evdilkofî. Çavkaniyan ragihandin ku artêşa dagirker bi hêzên xwe yên li Başûrê Kurdistanê û hêzên ku ji Bakûr anîne êrîş dane destpêkirin. Her wiha herêm bi balafir û helîkopteran tê bombebarankirin.

Li aliyê din hat gotin ku artêşa dagirker, gelek cerdevan jî, ji Bakûr anîne herêmê.

Çavkaniyan diyar kirin ku artêşa dagirker dixwaze ji aliyê Şekîf, Evdilkofî û Lêlkanê ve, herêma Xakurkê dorpêç bike.

Li herêmê di navbera gerîlayên HPG’ê û artêşa dagirker de, şer diqewimin.

Balafirên şer ên dewleta Tirk gundên Binarê Qendîl bombebaran kirin.

Balafirên şer ên dewleta Tirk û di saetên sibehê de gundên Kunekotri û Bêrmeke yên Binarê Qendîlê bombebaran kirin.

Têkildarî ziyanê heta niha tu agahî bi dest neketine.

 


Mijarên Din