Di navbera hêzên hikumeta Sûriyê û çeteyan de careke din şer

Hêzên hikumeta Sûriyê nuqteyên dewleta Tirk ên li gundewarên başûrê Idlibê topbaran kirin, di heman demê de çeteyên Tirkiyê jî bajarê Seraqibê yê di bin kontrola hêzên hikumetê de kir armanc.

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriye (SOHR) diyar kir ku hêzên hikumetê careke din bi moşekan êrişî herêma Idlibê kir û herêmên Fetêra, Kensefra, Sifohin, Mecdeliyê, Bênîn, Riwêha, Keferiwêd ên li başûrê Idlibê kirin armanc.

Bi mijarê ve girêdayî çeteyên Tirkiyê jî nuqteyên hêzên hikumetê yên li bajarê Seraqibê yê li gundewarên rojhilatê Idlibê kirin armanc, lê windahî tune ne.

SOHR`ê duh ragihandibû ku hêzên hikumetê bi topan êrişî gundên Riwêha û Bênîn ên li  başûrê Idlibê kiribû.

Piştî çend saetan ji hedefgirtina çeteyên li aliyê peravê ji komên hêzên hikumetê yên li girê Reşo yê li Çiyayê Kurmênc ê li bakurê Laziqiyê, ev yek pêk hat.

(eh)


Mijarên Din