Di navbera Îsraîl û Hemasê de peymaneke nû

Roja înê çapemeniya Îsraîlê ragihand ku Îsraîl û Hemasê bi sponseriya NY’yê û Misrê li ser hin bendan lihev kirine

Çapemeniya Îsraîlê li ser zimanê rayedarekî ewlehî yê Îsraîlê diyar kir ku piştî navbeynkariyên Neteweyên Yekbûyî (NY) û Misrê peymanek di navbera Îsraîl û Tevgera Hemasê de pêk hat.

Rayedar, domand ku piştî hin rênîşanên ji aliyên NY’yê û Misrê ve hatine dayîn, Îsraîl ji bo agirbestê erê kir.

Rayedaran, bi bîr xistom ku Hemas berdana napoxên şewatê yên li dijî Îsraîlê rawestandiye. Her wiha Îsraîl gef li Hemas xwar ku li gor sozdayînên tevnegere dê dîsa ceza lê bên birîn.

Têkildarî mijarê nûçegihanê me îşaret pê kir ku naveroka peymana nû ew e rûbera nêçîra masiyan li Xezayê heta 15 mîlî metreyan berfireh bibe. Ev jî piştî artêşa Îsraîlê di rojên dawîn de daxistibû 6 mîlî metreyan. Li rexê jî derbaskirina sotemeniyê ji bo şîrketa elektrîkê ya Xezayê. Li beramberî van bendan divê Hemas napoxên şewatê navêje û ciwan di dema çalakiyên vegera heftane yên li ser sînor de, nêzî sînor nebin.

Di vê çaçoveyê de rojnameya Mearêf a Îsraîlê roja înê li ser zimanê çavkaniyên Îsraîlê ragihand ku cemidandineke giştî der barê gihandina çareseriyê li Xezayê de heye. Her wiha diyar kir ku hin têkilî li pişt perdeyê dibin. Lê ev têkilî li gor çavkaniyên Îsraîlê dê ber bi rêya girtî ve biçe. Bi wê re jî dê di rojên pêş de şer rû bide.

Komên Filistînê di Gulana borî de bi sposeriya Misrê, neteweyî û Qeterê piştî nakokiyên leşkerî bi Îsraîlê re gihaştin agirbestê, lê carcaran di navbera her du aliyan binpêkirin çêdibe.

(fr)

ANHA


Mijarên Din