Di navbera Washington û Çînê de "Daholên şer" lê didin

Wezîrê Parastinê yê Amerîkayê Mark Esper got amadekariyên şerekî bi Çînê re tê kirin. Her wiha Washingtonê bang li Beijing kir ku qunsulxaneya xwe li Houston bigre.

Wezîrê Parastinê yê Amerîkayê Mark Esper ragihand ku welatê wî amadekariyê hêzên xwe bi rêya Asiya dike da ku bi Çînê re bikeve şer. Ev yek xeteriya di navbera Washingoton û Beijing diyar dike.

Rojnameya Wall Street Journal a Amerîkî li ser zimanê Esper wiha got: "DYA`yê hêzên xwe li hemû Asiyayê amade dike û wê jinûve ji bo şerê bi Çînê re amade dike."

Mark Esper diyar kir ku welatê wî keştiyên şer şand herêmê da ku li hember siyaseta Çînê ya berfirehiyê û firotina çekan ji Taiwan re ku banga serweriya wê li Beijing dike, bisekine.

bx 


Mijarên Din