Di Nexweşxaneya Dil û Çav de beşa çav jî vebû

​​​​​​​Desteya Tenduristiyê ya Herêma Cizîrê bi awayekî fermî beşa çav li Nexweşxaneya Dil û Çav a Qamişlo vekir.

Desteya Tenduristiyê ya Herêma Cizîrê 21`ê Çileya 2019`an Nexweşxaneya Dil û Çav li bajarê Qamişlo yê Bakur û Rojhilatê Sûriyê vekir.

Nexweşxane ji 3 qatan pêk tê. Qata yekem; rêveberî, lêpirsîn, arşîv, dîwan, maliye, dermanxane, beşa lezgîn; ya duyemîn jî ji bo nexweşiyên dil û ya sêyemîn ji bo nexweşiyên çav e.

Beşa çav ji ber ku bi temamî nehatibû amadekirin û kêmasî di alav û kadroyên tenduristiyê de hebûn, nehatibû vekirin. Piştî ku bi temamî hat amadekirin, ji aliyê desteyê ve hat vekirin.

Di beşa çav de alavên herî pêşketî ji bo lênêrîna çav hene. Di wê beşê de emeliyat jî têne çêkirin. Kadroyên wê ji 6 bijîşkên pispor pêk tê.

Şandeyek ji Rêveberiya Xweser, saziyên sivîl ên li Qamişlo, meclisa malbatên şehîdan, Kongreya Star, YPJ/YPG`ê, Hêzên Ewlekariya Hundrîn, şandeyek ji partiyên siyasî û gelek bijîşk tev li merasîma vekirina beşa çav bûn.

Di vê derbarê de gerîndeyê nexweşxaneyê Înan Xelîl ji ajansa me re wiha got: "Nexweşxaneya Dil û Çav beriya salekê hat vekirin. Beşa Dil bi temamî hatibû amadekirin. Gelek nexweş hatin dermankirin û heta niha nêzî 4 hezar emeliyat hatin çêkirin lê beşa çav bi awayê ku dihat xwestin, nehatibû amadekirin."

Înan destnîşan kir ku rêveberiya nexweşxaneyê hejmara bijîşkên pispor di beşa çav de kir 6, her wiha gelek avalên pêşketî xistin beşê û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Di beşa çav de pere bi awayekî pir kêm ji nexweşan têne girtin û koçberên ji Serêkaniyê, Girê Spî, Efrîn û Idlibê bê pere têne dermankirin."

)bx(

ANHA


Mijarên Din