Di panelê de rola jin di siyasetê de

Buroya Jinan a Partiya Pêşerojê ya Sûriyê têkilî rola jinên Dêrazorê di siyasetê de panelek li dar xist.

Buroya Jinan a Partiya Pêşerojê ya Sûriyê bi navê "Jin dê ji bo pêşeroja me ya nû yasmînan biçînin" paneleke li hola civanan a Meclisa Sivîl a Dêrazorê li dar xist. Bi dehan jinên di saziyên sivîl û leşkerî yên Dêrazorê de dixebitin û sekretêra giştî ya Partiya Pêşerojê ya Sûriyê Hevrîn Xelef beşdarî panelê bûn.

Panel ji aliyê Rêveberiya Buroya Jinan a Partiya Pêşerojê ya Sûriyê Eyşe Mesûd, sekretêra giştî ya Partiya Pêşerojê ya Sûriyê Hevrîn Xelef û sekretêra Buroya Giştî ya Jinan a Partiya Pêşerojê ya Sûriyê Întîsar Dawid ve hat birêve birin.

Di panelê de 3 mijar hatin şîrovekirin. Ya yekemîn rewşa jinên li Dêrazorê pirsgirêk û azarên wan. Di vê mijarê de Hevrîn Xelef îşaret pê kir ku serdestiya hişmendiya baviksalarî û eşîrtî li ser civakê rola jin a cewherî di civakê de tine kir û jin kirin wekî amûra çêkirina zarokan, di heman demê de mafên jinan hatin înkarkirin. Hevrîn Xelef diyar kir ku di encamê vê rewşê de diyardeya zewaca di temên biçûk de, veqetandina jin û mir belav bû. Di dema dagirkirina DAIŞ‘ê de azarên jinan zêdetir bûn.

Mijara duyemîn a panelê li ser rola jin di siyasetê de bû. Ev mijar ji aliyê Eyşe Mesûd ve hate şîrovekirin. Eyşe anî ziman ku pêwîst e jin kevneşopiyên paşverû yên li ser wê hatibû ferzkirin ku rola wê ya rêvebirina civakê de sînordar kiribû, bişkîne û di nava saziyên xweser û partiyên siyasî de xwe bi rêxistin bikin û banga mafên xwe bikin.

Di dawiya panelê de geşedanên dawî hatin nirxandin. Întîsar Dawid bal kişand ser gefên dagirkeriya Tirk ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê, hewldanên Tirkiyê yên vejandina DAIŞ‘ê bi rêya destekdayîna bi şaneyên veşartî re. Întîsar her wiha li hemberî hewldanên dagairkeriyê û hedefgirtina jinan banga hevgirtinê li jinan kir û got, armanca Partiya Pêşerojê ya Sûriyê avakirina Sûriyeke azad, demokratîk, azadiya jinan û beşdarkirina jinan di rêxistina siyaseta pêşerojê ya Sûriyê de.

Panel bi nîqaşan û bersiva pirsan bi dawî bû.

ANHA


Mijarên Din