Di pêngava duyemîn de Meclisa Leşkerî ya Minbicê xwe wek artêş bi rêxistin dike

Piştî ku bi hezaran ciwan tev li nava refên Meclisa Leşkerî ya Minbicê bûn, êdî meclisê jî pergala xwe ya rêxistinî bi hêz kir, li gorî wê dikarî bibe hêzeke leşkerî ya birêxistinkirî û erk û berpirsyariyên xwe yên parastina herêmê û gelên wê pêk bîne.

ŞÎLAN MIHEMED / NAVENDA NÛÇEYAN

Bajarê Minbicê yê li bakurê Sûriyê ji aliyê şervanên Meclisa Leşkerî ya Minbicê û bi piştgiriya Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) û hêzên hevpeymana navdewletî ve roja 15`ê Tebaxa 2016`an hate rizgarkirin. Paşê jî xebatên parastina ewlehî û aramiya herêmê dewam kirin. Li kêleka vê xebatê jî dest bi kar û xebatên birêxistinkirina meclisê kirin.

Rizgarkirina bajarê Minbicê di nava gel de û civakê de dilxweşiyek çêkir. Li ser vê yekê asta tevlêbûna nava refên hêzên di bin sîwana meclisê de jî zêde bû, her wiha gelek ciwan tev li nava refên foc û tabûrên leşkerî yên rasterast girêdayî meclisê ne bûn. Zêdebûna hejmara şervanan ji aliyekî ve lez da têkoşîna rizgarkirinê, li aliyê din di nava gel de dilxweşiyek çêkir.

Bi destpêkirina hemleya rizgarkirinê re ciwanên Minbicê tev li anva refên Meclisa Leşkerî ya Minbicê bûn. Der barê mijarê de cîgirê fermandarê giştî yê Meclisa Leşkerî ya Minbicê Ebû Elî Necim wiha dibêje: “Dema ku hemleya rizgarkirina gundê li rojhilat û başûrê bajarê Minbicê dest pê kir, welatiyên herêmên êdî tev li nava refên meclisê bûn, bi taybet piştî ku gelek gundên başûr hatin rizgarkirin. Lê piştî ku hêzên me di meha Hezîranê de hêzî bajêr bûn radeya tevlêbûnê zêde bû, di wê mehê de Meclisa Leşkerî ya Minbicê bi alîkariya QSD û hêzên hevpeymanê 20`ê meha Hezîranê ji şervanên nû re dewreyên perwerdeyê vekirin.”

Ji fermandarên Meclisa Leşkerî ya Minbicê Îbrahîm El-Hemdan diyar kir ku fedekariya welatiyên bajêr û şervanên rizgariyê ji bo rizgarkirina bajêr ji çeteyên DAIŞ`ê, bandoreke erênî li ser tevahiya welatiyan kir, her wiha xebat û têkoşîna Meclisa Leşkerî ya Minbicê ji bo parastina sînorên herêmê kir ku welatî hîn bêhtir bixwazin tev li nava refên meclisê bibin, ji bo parastina herêmê li dijî êrîşên derve û çespandina aramî û ewlehiyê.

Pêla tevlêbûna ciwanan di nava refên meclisê de zêde bû, lewma fermandariya meclisê deriyên tevlêbûnê vekirin da ku valahiya li şûna vekişîna QSD`ê dagire, her wiha rê vekir ku bingeha rêxistina pergala rêxistinî ya meclisê bê bihêzkirin, li gorî rêziknameyê kar û barên meclisê hatin birêvebirin û şervanên nû hatin birêxistinkirin da ku meclis bibe artêşeke birêkûpêk ku mafê rewa yê parastina herêmê pêk bîne û herêmê li dijî êrîşên derve biparêze.

Tevlêbûn zêde bû û foc û hêzên taybet hatin avakirin

Li gorî pêvajoya nû Meclisa Leşkerî ya Minbicê dest bi birêxistinkirina pergala xwe ya hundirîn kir û kom û tabûrên di nava xwe de ji jor heta jêr li gorî pergala leşkerî bi rêxistin kirin. Di destpêka meha Berfanbara sala 2017`an de dest bi avakirina focên leşkerî kir û êdî di asta artêşên fermî de û li gorî pîvan û zagon û erkdariyên pîşeyî tev digere.

Heta roja îro Meclisa Leşkerî ya Minbicê 7 focên leşkerî ava kirine ku ji wan ji sedî 80 welatiyên Ereb in, yên din jî ji pêkhateyên Kurd, Tirkmen û Çerkez in, her wiha 5 tabûrên bi erdarî û pîşeyên cuda yên mîna “tabûra operasyonê, tabûra zirxî û çekên giran, tabûra segvanan, tabûra endezyariya mayinan û tabûra parastina asmanî” hatin ava kirin.

Ji fermandarên Meclisa Leşkerî ya Minbicê Ibrahîm El-Hemdan der barê mijarê de wiha got: “Ji bilî avakirina focan, Meclisa Leşkerî ya Minbicê tabûrên hêzên taybet û destwerdana lezgîn jî ava kirin da ku di her demê de amade bin, her wiha gelek tabûrên din jî ku wek hêzên parastina sînor in hatine ava kirin     “.

Meclis veguherî saziyeke leşkerî ya bihêz

Xebatên Meclisa Leşkerî ya Minbicê di mijara birêxistinkirina hêzên leşkerî de sînordar nema, her wiha pergala xwe bihêz kir ta ku veguherî saziyeke leşkerî ku dikare yekîneyên xwe li her deverê bi rê ve bibe. Ji bo wê jî 17 buroyên leşkerî vekirin, ev buro li gorî rêziknameyê tev digerin. Cîgirê fermandarê giştî yê Meclisa Leşkerî ya Minbicê Ebû Elî Necim wiha dibêje: “Destpêkê li gorî rewşa heyî me bi şêweyê koman xwe bi rêxistin kir, lê piştî rizgarkirinê pêwîst bû ku em veguherin saziyeke leşkerî ya bi rêkûpêk.”

Her buroyeke meclisê ji bo xebatên cuda hatiye erkdarkirin, hin ji wan bi karên sivîl ên meclisê, hin jî bi karên lojîstîkê ve mijûl dibin, hin ji wan jî bi erkên mîna “têkiliyên leşkerî, çek û cebilxane, perwerde, jinên şervan, lêkolînên leşkerî, dadmendiya leşkerî, ewlehî, disîplîna leşkerî, tevlêbûn, karûbarên malbatên şervanan, tenduristiya leşkerî, ragihandin, diravî û avahiyên leşkerî, karbûbarên birîndaran, alav û sererastkirina alavan û arşîv” ve mijûl dibin.

Vekirina akademiyên leşkerî

Meclisa Leşkerî ya Minbicê girîngiyeke mezin da perwerdekirina hêzên leşkerî û pêşxistina awayên şerkirinê. Di vê mijarê de gelek akademiyên leşkerî hatin vekirin, akademiyên ku bi piştgiriya hevpeymana navdewletî hatine avakirin, niha 4 in. Berpirsê akademiyên leşkerî yên Meclisa Leşkerî ya Minbicê Bozan Elî diyar kir ku ji bo perwerdeyê 4 akademî hatina avakirin, Akademiya Şehîd Koçerîn, Akademiya Şehîd Bara, Şehîd Fêsel Ebû Leyla û Akademiya Şehîd Yekta, her yek ji wan der barê mijarên cuda de perwerdeyê dide mîna “perwerdeya ramyarî, siyasî, leşkerî, fermandarî û pîşeyên leşekrî”, ta niha van akademiyan 21 dewreyên perwerdeyê vekirine.”

Cara yekemîn jinên Minbicê tev li hêzên leşkerî dibin

Mijareke din jî mijara tevlêbûna jinan di nava hêzên leşkerî de ye. Tevî ku kevneşopiya civaka herêmê rê nade jinan ku tev li hêzên leşkerî bibin jî, lê dîsa bi sedan jinên Minbicê ev bendên kevneşopiyê şikandin, tev li nava refên Meclisa Leşkerî ya Minbicê bûn. Di dema niha de 2 focên jinan di nava meclisê de hatina avakirin, hejmara şervanên jin ên di nava van focan de gihîştiye 540 şervanan.

Ji fermandarên Meclisa Leşkerî ya Minbicê Roj Xabûr der barê mijarê de ev agahî dan: “Di nava focan de bi sedan jin cih digirin, sedema tevlêbûna jinan di nava refên Meclisa Leşkerî ya Minbicê de jî ew e ku jin di dema şerê rizgarkirinê de bi şervanên Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) bi bandor bûn, lewma dixwazin tev li nava refê meclisê bibin û ji bo azadiya xwe tê bikoşin û jinên din rizgar bikin.”

Tirkiye û çeteyên wê hewl didin aramiya Minbicê têk bibin

Bihêzbûn û birêxistinbûna Meclisa Leşkerî ya Minbicê li xweşiya hin dewletên herêmê û bi taybet jî Tirkiyê nehat, di navbera sînorên Minbic û berêmên Cerablus û Babê de çeteyên girêdayî Tirkiyê yên Mertalê Feratê hene. Tirkiyê û çeteyên wê hewl didin rewşa aram û ewle ya li herêmê têk bibin, tevî ku berê wan bi hêzên hevpeymanê û Meclisa Leşkerî ya Minbicê re der barê rizgarkirina Minbicê de li hev kiribû. Lewma dema em êrîş li dijî hin gundên di bin çavdêriya Meclisa Leşkerî ya Minbicê de ne dikin, her wiha bi berdewamî gefan dixwe ku êrîşî bajarê Minbicê bike.

Tirkiye li dijî Minbicê ne tenê gefan dixwe, her wiha bi rêya çeteyên xwe bi hemû şêweyan hewl dide aştiya navxweyî, ewlehî û aramiya herêmê têk bibe, dem bi dem hin kesan dikujin û teqînan pêk tînin, carinan jî hewl dide fitneyê bike û pêkhateyên herêmê bîne hemberî hev. Lê ev hewldan ta redeyekê hatin pûçkirin û hin tedbîr hatin standin mîna dewriyeyên hevbeş bi hêzên hevpeymanê re li eniyên di navbera Meclisa Leşkerî ya Minbicê û çeteyên Tirkiyê de.

Erdogan nikarî birêxistinbûn û pêşketina Meclisa Leşkerî ya Minbicê rawestîne yan jî fitneyê bixe nava pêkhateyan, ta niha jî hemû hewldanên wî têk diçin, ji ber ku gelên herêmê yekitiya xwe ya siyasî û leşkerî bihêz kiriye, her wiha welatiyên herêmê rastiya armancên Tirkiyê nas dikin û dizanin Tirkiye hewl dide herêmê dagir bike.

Fermandar û berpirsên Meclisa Leşkerî ya Minbicê tekez kir ku têkoşîna birêxistinbûn û bihêzkirina meclisê dewam dike û dê gefên Tirkiyê rê li pêşiya armanca wan a avakirina hêzeke leşkerî ya profesyonel negire. Her wiha tekez kirin ku hêzên wan dê li hermber hemû êrîşên li dijî bajêr bibe keleha berxwedanê.

Sibê: Li baregeha Încîrlîkê di navbera Meclisa Leşkerî ya Minbicê, Tirkiye û hêzên hevpeymanê de çi çêbû?

(k)

ANHA


Mijarên Din