Di Pêngava Tunekirina Terorê de 28 çete hatin girtin

Di Pêngava Tunekirina Terorê de zêdetirî 28 çete ku di nav de çeteyên DAIŞ`ê jî hene, hatin girtin.

Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) qonaxa duyemîn a Pêngava Tunekirina Terorê ya li dijî şaneyên çeteyên DAIŞ`ê li gundewarên rojhilat û bakurê rojhilatê bajarê Dêrazorê di roja xwe ya sêyemîn de didomîne.

Piştî bidawîkirina qonaxa yekemîn a pêngavê ku QSD’ê di 4`ê Hezîranê de li dijî şaneyên DAIŞ`ê li başûrê Hesekê û beyara Dêrazorê li ser dirêjahiya Xabûrê heta bigihêje sînorên Iraqê ragihandibû, QSD’ê bi koordîneya bi Meclisa Leşkerî ya Dêrazorê, YPJ’ê û tevlêbûna Hêzên Ewlekariya Hundirîn, destpêkirina qonaxa duyemîn a pêngavê bi daxuyaniyekê ragihand.

Heta niha di encama lêgerîn û serdegirtinê de 28 çete, ku di nav de çeteyên DAIŞ hene, hatin girtin.

Der barê mijarê de fermandarê QSD`ê Sason Tohildan got: “Di pêngava xwe de em cihên şaneyên DAIŞ`ê li herêmên nêzî herêmên di bin kontrola hêzên hikumeta Sûriyê de dikin hedef.”

Sason wiha domand: “Pêngava me berdewam e. Me bi dehan dever li bajarokên Basîra, Zir, Şehîl, Zîban û Hewayêc kirin hedef. Gelek çek û cebilxane tevî hejmareke amûrên îstixbaratê û mayinan hatin desteserkirin.”

Li gorî fermandaran pêngav dê heta bidawîkirina xebatên lêgerînê li rojhilata Dêrazorê bidome.

(şx)

ANHA


Mijarên Din