Di pîrozbahiya Kobanê de: Pergalên netewperest dê li hemberî vîna gelan hilweşin

Pîrozbahiya 7‘emîn salvegera Şoreşa Rojava ya li bajarê Kobanê bi dawî bû.

Bi hezaran şêniyên kantona Kobanê 7‘emîn salvegera Şoraşa 19‘ê Tîrmehê li qada Jina azad pîroz kirin.

Cîgirê Hevserokatiya Meclisa Rêveber a Herêma Firatê Mihemed Şahîn di pîrozbahiyê de axivî, salvegera şoreşê Rojava li gelên herêmê pîroz kir û got: "Kobanê têkoşiya û ji bo azadiya gelên Rojhilata Navîn şer kir. Paqijkirina Kobanê ji  rejîma Baas bi awayekî aştiyane mîna hilweşandina pergalên faşîst ên li Rojhilata Navîn e."

Şahîn di nava gotinên xwe de îşaret pê kir ku sîstema Rêveberiya Xweser a gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ava kirine hêviyên gelên Rojhilata Navîn e û ev tişt anî ziman: "Şoreşa 19‘ê Tîrmehê dê bibe xala veguhertinê di dîroka mirovahiyê de."

Cîgirê Hevserokatiya Meclisa Rêveber a Herêma Firatê Mihemed Şahîn got, pergalên netewperst ên li herêmê dê li hemberî îradeya gelan hilweşin, gelê herêmê dê ji bo pêkanîna armancên xwe bi rêbazên aştiyane û demokratîk li ber xwe bidin. Lê ev nayê wateya lewazbûn, dana bi hezaran şehîd nayê wateya binketina şoreşê."

Fermandarê Giştî yê QSD‘ê Mezlûm Ebdî jî axivî û wiha anî ziman: "Gelê herêmê ji bo avakirina sîstemeke demokratîk û parastina destkeftiyên şoreşê fedekariyê mezin kir û bû nimunak li Rojhilata Navîn."

Ebdî axaftina xwe wiha bi dawî kir: "Em gelekî berxwedêr in, bi rihê şehîdên 19‘ê Tîrmehê em ê berxwedana xwe bidomînin. Bi desteka gelê xwe em ê hemû êrîşan têk bibin. Bi rihê 19‘ê Tîrmehê em ê biser kevin, em ê biser kevin, em ê biser kevin."

Piştre koma Goral a stranan û helbestvan Ferhadê Merdê daketin ser dikê stran û helbest pêşkêş kirin.

Di pîrozbahiyê de Cîgirê Hevserokatiya Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Hemdan El-Ebid salvegerê şoreşê pîroz kir û got, Kobanê wateya berxwedan û azadiyê da ji cîhanê re diyar kir.

Hemdan El-Ebid bal kişand ser gefên Tirkiyê yên li ser Sûriyê û wiha pêde çû: "Dema Tirkiyê êrîşî Sûriyê kir parastina ewlehiya xwe kir hincet, lê ya rasat ji bo pêkanîna berjewendiyan bû. Ma gelo di qandûnên navdewletî û baweriyan dibe ku dewletek destwerdana dewletek din bike?, ma dibe ku herêmên Sûriyê werin dagirkirin û demografiya wê were guhertin."

El-Ebid anî ziman ku bi ked û xwîna şehîdan serkeftinên mezin hatin bidestxistin û bang li gelê Sûriyê kirin ku xwedî li nirxên şoreşê derkevin.

Bi navê Kongreya Star endama Koordînasyona Kongreya Star Peyman Eydin û b navê Meclisa Malbatên Şehîdan axaftin hatin kirin.

Di axaftinan salvegera şoreşa Rojava hate pîrozkirin û pesnê fedekariya şehîdan hate danîn.

Pîrozbahî bi stranên Koma Botan a girêdayî navenda Çand û Hunerê ya Baqî Xido bi dawî bû.

ANHA


Mijarên Din