Di pîrozbahiyên 1’ê Gulanê de teqezkirina têkoşîna li dijî dagirkeriya Tirk

Bi hezaran şênî û karkerên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, Cejna Karker û Kedkaran a Cîhanê pîroz kirin. Her wiha axêferan di pîrozbahiyê de teqez kirin ku dê li hember dijmanhiya Tirk bisekirin û gotin: “Destwerdana Tirkiyê bi xwe parçekirina xaka Sûriyê ye.”

Gırê Spî

Îro Sandîqeya Yekîtiya Karkeran a Kantona Girê Spî pîrozbahiya  Cejna Karker û Kedkaran a Cîhanê, li Parka Biratiya Gelan a bajêr, li dar xist.

Bi sedan şêniyên kantonê û endamên sazî û meclîsan beşdarî pîrozbahiyê bûn. Di pîrozbahiyê de Hevseroka Meclisa Kantona Girê Spî Hêvîn Îsmayîl wiha axivî :"Di vê rojê de ji tevahî karkeran re dibêjin ku bihevre li dijî çînên kedxar têbikoşin û mafên xwe bistînin. Karker bingeha welat in û welatê ku lê karker tune be, ne welat e."

Piştre Endamê Sandîqeya Karkeran Şiyar Kirdo, axivî û cejna hemû karkerên cîhanê û Sûriyê pîroz kir. Kirdo got: “Karker bingeha her tiştî ne, stûnên civakan in û ew ji hemû mirovan re pêşerojeke geş ava dikin."

Di dawiya pîrozbahiyê de ji komên Navenda Çand û Hunerê yên Girê Spî hunerên xwe pêşkêş kirin.

Reqa

Şêniyên bajarê Reqayê û karkerên wê 1’Gulanê pîroz kirin. Karkerên Şaredariya Gel teqezkir ku dê xebatên xwe berdewam bikin, da ku ji nû ve bajarê Reqayê bê avakirin.

Bi sedan karker li qada Mirab a Şaredariya Gel a Reqayê ji bo pîrozkirina Cejna Karker û Kedkaran a Cîhanê kom bûn.

Dûvre Hevserokê Şaredariya Gel a bajêr Ehmed Îbrahîm hemû karkerên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê pîroz kir û wiha got :"Roja 1’ê Gulanê, roja Cejna Karker û Kedkaran a Cîhanê ye. Ji Reqayê silav û pîrozbahiyê ji tevahî karkerên Reqayê ku bi armanca şaristanî û xweşikkirina bajarê Reqayê dixebitn re, rê dikin."

Ehmed wiha lê zêde kir û got :"Em îro ji Cîhanê re dibêjin ku bajarê Reqayê bi Cejna xwe ya yekemîn piştî rizgarkirina wê ji terora çeteyên DAIŞ’ê ya ku piştevaniya xwe ji dewleta Tirk digirt, pîroz dikin. Her wih ji cîhanê re dibêjin ku em kedkar û karker destwerdana Tirkiyê li ser xaka Sûriyê lanet û şermezar dikin. Her destwerdanek weke projeya parçekirina Sûriyê ye."

Pîrozbahî bi gerandina dîlanê li ber starên floklorî yên herêmê bi dawî bû.

Hesekê

 Bi boneya Cejna Karkerên Cîhanê (TEV DEM) li bajarê Hesekê bi slogana ‘Bi berxwedana kedkar û karkeran em ê Efrînê rizgar bikin û tecrîda li ser Ocalan hilweşînin’, şahiyek lidar xist. Şahî li herêma Tesfiya El-Hima ya ku dikeve rojhilatê bajarê Hesekê pêk hat.

Bi sedan şênî û karker, karkerên saziyên civaka sivîl ên girêdayî bajarê Hesekê beşdarî şahiyê bûn. Paşê daxuyanî ji aliyê Hevseroka Yekîtiya Kedkarên Kantona Hesekê Şêrîn Saroxan ve hat xwendin.

Şêrîn wiha got: "Bi boneya 1`ê Gulê anku Cejna Karkerên Cîhanê, Yekîtiya Kedkarên Bakur û Rojhilatê Sûriyê cejna gel, karkerên li Rojava, Bakurê Sûriyê û Rojhilatê wê pîroz dike. Pê re jî  pîrozbahiyeke taybet bo karker û kedkarên li hemû welatên cîhanê, ku berdêlên giranbuha yên li dijî dagirkeriyê û ji bo pêk anîna wekheviya civakî dane û hên jî didin, tînin bîra me hemûyan. Êdî li ber çavan e ku karkerên li Rojava û tevgera xwe ya karkeriyê, rastî rewş, merc û nirxandinên ku berjewendî, destkeftî û mafnasiyan bi xwe re pêşde dibe. Her wiha Şoreşa Wekhevî û Azdiya li Rojhilata Navîn bi rêve dibin. Di serî de jî bi pêşengtiya jina têkoşer a azad, ku berxwedana jinan ne tenê di asta çalakiyên Şîkaxo de ye, lê ji bo pêk anîna hêviyên kedkaran e jî". 

Şêrîn wiha li axaftina xwe zêde kir: "Ji vê yekê em bang li girîngiya kar û xebata bi zanebûn dikin, da ku em li dijî hemû rûdanên ku rastî rewşa karkeran tên rawestin".

Di dawiyê daxuyaniyê de Şêrîn wiha got:"Di van salên aloziya Sûriyê de me bi rûmetî kar kir û me berdêlên giranbuha, ji bo rizgarkirina xaka xwe dan. Em ê rê nedin ti awayên dagirkeriyê ku welatê me dagir bikin, ji ber dagirkerî me ji xêr û bêrên welatê me bêpar dihêle. Me ji bo bilindkirina asta berxwedana rizgarkirina Efrîn û bihost bi bihost ji xaka Sûriyê parstiye".

Di dawiyê de cejin bi govendên ji aliyê koma Tolhildan ve bi dawî bû.

Serêkaniyê

Bi diruşma ‘Bi rihê 1’ê Gulanê em ê tecrîda girankirî li dijî Rêber Ocalan bişkînin û Efrînê rizgar bikin’ Sandîqeya Kedkaran bi hevkariya bi Kongreya Star a herêma Serêkaniyê re, îro şahiyeka Cejna Karker û Kedkaran a Cîhanê li Navenda Şehîd Leheng a Ciwanan li bajêr, li dar xist.

Di pîrozbahiyê de endamên saziyan û navendên sivîl ên bajêr, bi dehan karkerên sivîl û hêzên leşkerî amade bûn.

Di pîrozbahiyê axaftin ji hêla endama rêveber a Kongreya Star a bajarê Serêkaniyê Selwa Ehmed û bi navê Partiya Komînîst a Markisî û Lînîst (MLKP) li Rojava endam Xalid Bore hatin kirin.

Axêveran tevahiya karkeran û gelê Kurd bi boneya 1`ê Gulanê pîroz kir û destnîşan kirin ku ev roj giyana yekîtiya gelan û berxwedana wan e. Her wiha gotin ku bi saya karkeran Şoreşa Rojava gihaşt astên herî bilind.

Piştre endama rêveber a Komîteya Sandîqeya Kedkaran Gulistan Elî daxuyanî xwend. Di daxuyaniyê de roja Cejna Karkeran li tevahiya gelê Sûriyê, karkeran û kedkarên cîhanê hate pîrozkirin.

Her wiha rola karker û kedkarên Chicago (Şîkago) ji bo bicihanîn wekhevî û edaleta civakî hate silavkirin. Komîteyê di daxuyaniya xwe de destnîşan kir ku karkerên Rojava û Bakurê Sûriyê rewşên cuda derbas dikin û şoreşa edaletê û azadiyê bi pêşengiya jina têkoşer bi rêve dibin.

Di daxuyaniyê de pêwîstiya xebata cidî ji bo bicihanîna armancan hat teqezkirin.

Komîteyê di daxuyaniyê de ev xal teqez kirin:

Yekîtiya Kedkaran a Bakur û Rojhilatê Sûriyê li her derê piştgiriya çîna karker dike. Da ku berjewendî û destkeftiyên karkerên kedkar biparêze. Ji tevahiya aliyên jiyanî ve pêşbixe weke destheq, peydakirina şert û mercên tendurist ji bo hawîrdora kar.

Yekîtiya me teqez dike ku pêwîst e karker nûnerên xwe li tevahiya meclis, rêxistin û desteyên girêdayî berjewendiyên wan hilbijêrin.

Çîna karker  ji bo avakirina civakek demokratîk, azad û şînewarî beşek girîng û herî bi bandor e.

Piştî daxuyaniyê koma Şehîd Merwan a Navenda Weşo Kanî ya bajarê Serêkaniyê şonyek girêdayî bêkarî û keda ku di kar de tê dayîn pêşan da. Şahî bi gerandina beşdaran xelekên govendê li ber stranên şoreşgerî yên Koma Şehîd Welat a Navenda Çand û Hunerê ya bajêr bi dawî bû.

Komeleya Tirkman

Komeleya Tirkman a bajarê Minbicê û gundewarê wê bi boneya Cejna Karkeran peyamek rêkir û karker wek beşek resen di avakirina welêt de hesiband.

Di peyamê de Komeleya Tirkman karkeran bi 1`ê Gulanê pîroz kir û destnîşan kir ku karker zemîna bingehîn a pêşketin û geşpêdana civakê ne.

MINBIC

Li bajarê Minbicê Yekîtiya Karkeran bi hevkariya Komîteya Avakirina Yekîtiyan  şahiya Cenja Karkeran a Cîhanî li qada Im Cilûd li gundewarê Minbicê organize kir. Bi sedan karker, şênî, endamên saziyên leşkerî û sivîl beşdarî şahiyê bûn.

Di şahiyê de pankartên bi nivîsên `Yekîtiya Karkeran dagirkirina Tirkiyê xaka Sûriyê û lêkirina dîwarê ji bo qutkirina Efrînê şermezar dike`, `Rêxistinên civaka sivîl hîma sereke ya avakirina civakek demokratîk û azad e`, `Cejna Karkeran cejna welatiyê azad e`, `Karker avakerên rastîn ên welatekî ku bi ciwanên xwe pêşdikeve` hatin rakirin.

Şahî bi deqeyek rêzgirtin destpê kir. Piştre bi navê Yekîtiya Karkeran endamê yekîtiyê Ebdulrezaq El-Hesen axivî û roja Karkeran a Cîhanî li tevahiya karkeran pîroz kir.

El-Hesen rola karkeran di civakê de silav kir, ew wek sembola afirandin û fedekarî, wesifand.

Di dawiyê de El-Hesen mudexeleyên Tirkiyê di Sûriyê de şermezar kir û bang li civaka navdewletî kir ku bi erkên xwe rabin.

Bi navê Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a Minbic û gundewarê wê Hevseroka Meclisa Rêveber Nezîfa Xilo axivî û girîngiya rola karkeran di saziyên rêveberiyan û civakê de teqez kir. Nezîfa got: “Bi saya karkeran bajarê Minbicê û civaka wî geş bûye. Bê têkoşîna karkeran şoreş bi sernakeve û welat azad nabe.”

Yek ji fermandarên Meclisa Leşkerî ya Minbicê Ibrahîm Ebû Emar jî got: “Destkeftiyên ku hatine bidestxistin teqez dikin ku xeta şoreşa herêmê û hewldanên wê ji bo peydakirina jiyana bi rûmet û ewlehî ji her welatiyekî re rast e.”

Şahî bi gerandina xelekên govendê li ber stranên komên bajarê Minbicê bi dawî bû.

ANHA


Mijarên Din