Di pêşangehê de pirtûkên vedigerin hezarên salan

Di Pêşangeha Pirtûkan a Herekol de cara yekemîn pirtûkên bi zimanê suryanî bi xeta destan hatine nivîsandin ku dîroka wan vedigere hezar sal berê hatin pêşandan.

Sêyemîn Pêşangeha Pirtûkan a Herekol li Hola Zana ya bajarê Qamişlo bi sponseriya Desteya Çand û Hunerê û bi slogan "Civaka dixwîne, civaka bi pêş dikeve" di roja xwe ya sêyemîn de berdewam dike. Pêşangeh ji bo dilsoziya bi şehîd ê nivîskar Hisên Şawîş (Herekol) re hatiye organîzekirin û dê heta 25‘ê Tîrmehê dewam bike.

Di pêşangehê de bi deh hezaran pirtûkên bi mijar û zimanên cûda "Kurdî, Erebî, Îngîlîzî, Suryanî û Tirkî" hatine pêşandan.

Îsal jî pirtûkên bi zimanê Suryan ên bi xeta destan hatin nivîsandin ku dîroka wan vedigere hezar û 300 sal hatin pêşandan. Ji wan Pirtûka î"Hewarî Mesîh û ayneyên dêrê ne. Ev pirtûk ji Pirtûkxaneya Komeleya Çanda Suryan a sala 2008‘an hatiye avakirin, hatine peydakirin.

Pirtûkên balê dikşîne ser komkujiyan

Ji pirtûkên din ên Komelaya Çandî ya Suryan di pêşangehê de pêşkêş kirine pirtûka "Xwîna rijyayî" ji zimanê Suryanî wergerî Erebî hatiye kirin. Pirtûka "Xwîna rijyayî" balê dikşîne ser komkujiyên Osmaniyan der heqê Ermen û Suryanan de pêk anî bû. Her wiha hin pirtûkên din hene girêdayî dîroka Somer, Akad, dîrok û wêjeya Suryan, ferhengên Suryanî, felsefe, wêje û zimanê Aramî û gelek mijarên din hatin pêşandan.

Têkildarî beşdarbûna Komeleya Çandî ya Suryan di pêşangehê de, Rêveberê komeleyê Hena Somî anî ziman ku komele ev sê sal in bi pirûkên xwe beşdarî pêşangehê dibe û got: "Armaca beşdarbûna me atmosfêreke pirrengiya çandî, ziman û şarestaniya hemû pêkhateyan Suryan, Asur, Ermen, Ereb û Kurd nîşan bidin."

Hena Somî destnîşan kir ku "Bi beşdarbûna xwe me bal kişand ser dîroka Suryan bi herdu aliyên wê netewî û çand a beriya zayînê, her wiha aliyên ruhî yê Suryan ê piştî mîladê."

Somî anî ziman ku pêşangeha Pirtûkan a Herekol derfeteke mezin e ku mirov gelek çandan nas bike û got: "Di vir de bi hezaran berhemên nû û mijarên cûda siyasî,  aborî, dîrok û wêje hatine pêşandan, pêşangeh bi alaqeyeke mezin ji aliyê rewşenbîran û hezkiriyên çand û  pirtûkan ve tê pêşwazîkirin."

Rêveberê Komeleya Çandî ya Suryan Hena Somî di dawiya axaftina xwe de qala girîngiya xwendinê kir û got: "Çand û xwendin mîna dê ne, dayikeke mezin ku zarokê xwe ji destpêkê ve fêrî nirx, exlaq, wêne û folklore dike."

ANHA


Mijarên Din