Di Pêşangeha Pirtûkan a Şehîd Herekol de pirtûkên zarokan

Di Pêşangeha Pirtûkan a Şehîd Herekol a Çaremîn de cara yekemîn beşa pirtûkên zarokan hate vekirin û reng da pêşangehê.

Pêşangeha Pirtûkan a Şehîd Herekol ji sala 2017`an ve li dar dikeve û îsal jî beşeke taybet a pirtûkên zarokan lê vebû. Zarokên ku serdana pêşangehê kir, eleqeyeke zêde nîşanî beşa pirtûkên zarokan da.

Di pêşangehê de pirtûkên zanistî, çîrokên zarokan ên bi zimanên kurdî, erebî û îngilîzî, ferhengên bi zimanê kurdî û pirtûkên helbest hatin nîşandan.

Zaroka bi navê Rona Egîd a 11 salî xwendekara refa şeşan e û têkildarî hejmara pirtûkan û sernavên wan wiha axivî: "Beşa zarokan ji 73 sernavên pirtûkan pêk tê, ew jî di navbera çîrok, helbestên bi kurdî, erebî û îngilîzî de ne. Heqê pirtûkan jî di navbera 2 hezar heta 2 hezar û 500 lîreyên Sûriyê de ye."

Rona Egîd diyar kir ku ji xwendinê, pirtûkan û helbestên kurdî hez dike.

Li kêleka beşa zarokan cara yekemîn e ku hunermenda temenbiçûk Lorîn Hisên (14) behreya xwe pêşkêş dike û kêfxweşiyê dixe dilê beşdarên pêşangehê. Lorîn tabloyên xwe û rengê zaroktiyê tê de nîşan daye, li pêşangehê raxistiye.

Lorîn dema bi rengan tablo xêz dikirin asta girêdana xwe bi wênexêziyê diyar kir û wiha domand: "Temenê min di navbera 6-7 saliyê de, min gelekî ji wênexêziyê hez dikir û bi saya dêya xwe hîn zêdetir ez teşwîq bûm, dema ez bûm 11 salî min êdî dest bi wênexêziyê kir."

Lorîn Hisên got 52 tabloyên eê hene û piraniya wan kartonî ne.

 (eh)

ANHA


Mijarên Din