‘Di pêvajoya heyî de şoreşek gelêrî li dijî dagirkeriya Tirk pêwîst dike’

Endama  Buroya Têkiliyan a Şaxê MSD`ê ya Helebê Fatme Hesîno got: “Tirkiyê bi rêya binpêkirinên xwe yên li herêmên Sûrî ku dagir kirine dike,  hewl dide ninumeya Lîwa Skenderon dubare bike. Lewra pêvajoya heyî şoreşek gelêrî pêwîst dike.”

Endama  Buroya Têkiliyan a Şaxê MSD`ê ya Helebê Fatme Hesîno  di derbarê binpêkirinên dagirkeriya Tirk ên li herêmên dagirkirî, bi ajansa me re hevîtinek pêk anî. Fatme xeteriya vê pêvajoyê ya ku hikumeta Tirk ji bo pêkanîna ajandeyên xwe bi rêya çeteyên xwe bi kar tîne destnîşan kir.

Di destpêkê de Fatme tekez kir ku destwerdana Tirkiyê di Sûriyê de qada Sûrî girêktir kir û wiha got: “Destwerdana Tirkiyê tevlihevî û kesada aborî zêde kir. Bi taybet piştî ku Tirkiyê tevahiya kargehên Helebê talan kirin û hîna berhemên welêt li bakurrojavayê Sûriyê didize."

Têkildarî êrîşên dagirkeriya Tirk ên li dijî çanda Sûrî Fatme got: "Efrîn tovika projeya demokratîk bû. Dagirkeriya Tirk bi zanabûn cihên dîrokî û pîroz topbaran kir. Her wiha ji bo ku nasnameya Sûrî ya herêmê biçewisîne parçeyên dîrokî birin muzexaneyên Tirkiyê. Dewleta Tirk  Helebê wek eyaleteke Tirkî dihesbînin. Ev jî nayê qebûlkirin."

Fatme destnîşan kir ku armanca dagirkeriya Tirk ji zêdekirina binpêkirinên xwe yên ne exlaqî li herêmên dagirkirî ew e ku dixwaze şêniyên herêmê yên resen bide koçberkirin. Fatme got: “Tirkiye dixwaze parçeyên axa me bibe û sînaryoya Lîwa Skenderon dubare bike. Ji ber wê ev pêvajo şoreşek gelêrî giştî li dijî siyasetên Tirkiyê li herêmê dixwaze.”

Fatme destnîşan kir ku ji bo vedîtina çareseriyekê ji aloziyê re, dûrî destwerdana hêzên mitînger ên derve, ew niha hewl didin rê li pêşiya diyaloga Sûrî-Sûrî vekin.

Di dawiyê de Fatme Hesîno got: "Ji destpêkê ve em hewl didin aloziya Sûriyê bi rêya diyalogê bi kesên xwedî şeref re çareser bikin. Li ser masaya diyalogê bi tevahiya aliyên Sûriyê re rûnin. Xebatên endamên meclisê li Nemsa û tevahiya Ewropayê bi kesên niştîmanî û xwedî şeref re, berdewama xebatên me di vedîtina çareseriya aloziya Sûriyê de ye."

(şx/bm)

ANHA


Mijarên Din