Di qonaxeke nû li dijî efrîniyan de, dagirker şewata berheman zêde dike

Şewatên bizanebûn ji hêla dagirkeriya Tirk û çeteyên wê ve ya gundê Soxanekê, qonaxeke nû ya dagirkeriyê ye ku cotkaran ji berheman mehrûm bike. Li rexê jî şêniyên gund bal kişand ser ku weke van kiryaran ne pêkan e vîna wan bişikîne.

Asta kiryarên dagirkeriya Tirk û çeteyên wê li kantona Efrînê zêde dibin. Her wiha dagirkeriyê di 15’ê Gulana vê mehê de gelek şewatên bizanebûn li gund û navçeyên kantona Efrînê dest pê kirin ku rûpîvana zirarê gihaşt zêdetirî 3 hezar û 11 hektaran.

Di vê dawiyê de şewatên bizanebûn ên dagirkeriya Tirk û çeteyên wê pêk tînin gihaşt daristana gundê Soxanekê, ew jî piştî şewatên li gundên Korzêlê, Dêrmişmiş, derdora gundê Kîmarê, Kokebê, Baniyê, Aqîbê û Basilê dest pê kiribûn, bû.

Şêniyên Soxanekê beriya şewat bigihîje herhemên çandiniyê û daran, şewat vemirand.

Ji aliyekî dîtir ve jî hê jî lêkirina dîwarê parçekirinê li derdora Efrînê di nava bêdengiya navdewletî û cîhanê de, didome. Dîwar li gundên Cilbirê, Kîmarê û Mêremînê bi dirêjahiya 3 hezar û 500 m tê lêkirin. Dagirkeriya Tirk û çeteyên bi van kiryaran armanc dikin ku Efrînê ji xaka Sûriyê bibirin û demografiya herêmê biguherin da ku tev li xaka Tirkiyê bike weke Lîwa Iskenderon.

Di vê çarçoveyê de ajansa me ANHA’yê bi şêniyên gundên Şêrawa yên ku zirar gihaştinê, hevdîtin çêkir.

Şêniyê bi navê Zekeriya Mihemed Mecîd ji gundê Soxanekê ye wiha got: "Dagirkeriya Tirk û çeteyên wê şewatên daristan û berhemên çandiniyê li Efrînê pêk tînin. Her wiha di vê dawiyê de piştî bi hezaran hektarên zeviyên çandiniyê û darên zeytûnê şewatand, şewat gihaşt gundê me jî."

Mecîd got:” Dagirkeriya Tirk û çeteyên wê, ji ber nikarin vîn û berxwedana gelê Efrînê bişkîne, berhemên çandiniyê dişewitîne. Li rexê jî dîwarê parçekirinê yê li derdora Efrînê ne pêkan e vîna me jî bişkîne."

Ji aliyekî dîtir jî, Sîham Mihemed şêniya gundê Soxanekê yê naçveya Şêrawa bali kişand ser dagirkeriya Tirk bi zanebûn şewat li Dêrmişmiş pêk anî û niha jî gihaşt gundê wan.

Ji aliyê xwe ve jî Fedîle Hesen wiha got: "Dagirkeriya Tirk û çeteyên wê bi van kiryaran armanc dike ku vîna me bişkîne û me jî xak û malên me derxe, lê dibêjin dê bi berxwedan û xaka xwe girêdayî bin ta nefesa dawî."

(fr)

ANHA


Mijarên Din