Di êrişa dagirkeriya Tirk de 2 welatî şehîd bûn

Di êrişa dewleta Tirk a dagirker a bi balafireke bêmirov a biçek li dijî erebeyekê li xaçrêya gundê Til Ceman ê girêdayî navçeya Girkê Legê de, 2 welatî şehîd bûn.

Li gorî agahiyên ku nûçegihana me ji herêmê dabûn, balafireke bêmirov a biçek a dewleta Tirk a dagirker li xaçrêya gundê Til Ceman (5 km dûrî navçeya Girkê Legê ye) ya girêdayî kantona Qamişlo, erebeyeke bombe kiribû.

Nûçegihana me piştrast kir ku di êrişê de 2 welatî şehîd bûne.

Heta niha Hêzên Ewlekariya Hundirîn têkildarî mijarê tu daxuyanî nedaye.

(cx)

ANHA


Mijarên Din