Di êrişa dewriyeya Tirkiyê de, 5 sivîl jî birîndar bûn

Sivîlek şehîd bû û 5 kesên din di êrişa dewriya Tirkiyê ser şêniyên xwepêşdandêr li gundê Sermsaxê li bakurê navçeya Girkê Legê birîndar bûn.

Îro sedan şêniyên gundên Girkê Legê û Dêrikê li dijî dewriyên dewleta Tirk a dagirker a  ku îro li ser xeta sînor di navbera Rojava û Bakurê Kurdistanê derktin, xwepêşandan li dar xistin.

Li gundê Sermsaxê bakurê navçeya Girkê Legê şênî li dijî dewriya artêşa Tirk xwepêşandan li dar xistin û dirûşmeyên şermezarkirina dewleta Tirk berz kirin, her wiha kevir avêtin dewriya Tirkiyê. Lê dewriya Tirkiyê bi bombeyên xazê bersiva şêniyan da, di encamê de gelek sivîl birîndar bûn.

Her wiha panzera Tirkiyê pêl sivîlê bi navê Serxwebûn Elî yê ji gundê Til Cemal a girêdayî navçeya Girkê Legê kir û ew qetil kir.

Cenazeyê sivîlê şehîd û birîndaran rakirin nexweşxaneya bajarê Dêrikê ji bo dermankirinê.

Navên kesên birîndar bûn ev in: Bahoz Çelo ji gundê Dêrna Axê, Fehed Mûsa ji Girkê Legê, Sûhêl Ebdellah ji Girkê Legê, Eyîşa Omer ji Mistefawiyê û Alaa Omer ji Mistefawiyê.

Çavkaniyên tenduristiyê ji nexweşxaneya Dêrikê diyar kir ku rewşa 4 birîndaran baş e, lê birîndarek ji ber bombebeyên xazê pir fedireş e.

(jo)

ANHA


Mijarên Din