Di êrişa firokeyeke bêpîlot a nenas de serçeteyekî Ehrar El-Şam li Efrînê hate kuştin

Firokeyeke bêpîlot a nenas serçeteyê Ehrar El-Şam li gundê Kefir Cenê yê kantona Efrînê ya dagirkirî hedef girt.

Çavkaniyên ji hundirê Efrînê ya dagirkirî daxuyand ku firokeyeke bêpîlot a nenas serçeteyê Ehrar El-Şam ê girêdayî dewleta Tirk a dagirker li gundê Kefircenê yê kantona Efrînê yê dagirkirî hedef girt.

Li gorî çavkanî, serçeteyê ku hatiye hedefgirtin û kuştin, bi navê Mêzer tê nasîn û li gundê Kefircenê yê kantona Efrînê bi cih bûbû.

(fr)


Mijarên Din