Di êrişa hawayê ya artêşa dagirker a li dijî Hîşayê de 2 sivîl şehîd bûn, 5 jî birîndar bûn

Di êrişa hawayî ya artêşa Tirk a dagirker a li dijî bajarokê Hîşê de du sivîl şehîd bûn û 5 birîndar bûn.

SIHA‘ya artêşa Tirk a dagirker di saetên nîvro de bajarokê Hîşe yê başûrê rojhilatê navçeya Eyn Îsayê topbaran kir.

Li gorî nexweşxaneya Wetenî ya Reqayê du sivîl şehîd bûn û 5 jî birîndar bûn. Ji sivîlên şehîd navê Hanî Ehmed El-Rawî (25) hate naskirin.

Navê birîndaran jî ev in: Elî Hemîd El-Hîlal (45), Tariq El-Ehmed (30), Mihemed El-Ehmed (29) û Hemûd El-Ehmed (20).

Ji xizmên birîndarekî, Fehed El-Ehmed diyar kir ku "SIHA‘yên Tirkiyê komeke ji şêniyên herêma Hîşayê dema pembo diçinîn kirin hedef."

Fehed bal civaka navdewletî kir ku li hemberî sûcên dewleta Tirk ên li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê û qetilkirina bi sedan sivîlan helwesteke cidî nîşan bide.

ANHA


Mijarên Din