​​​​​​​Di êrişa li dijî navçeya Zirgan de 2 sivîl şehîd bûn

Di encama êrişa dewleta Tirk a dagirker de li dijî gundê Mişêrfe yê bakurê navçeya Zirgan 2 sivîl şehîd bûn û 5 din birîndar bûn ku di nav de jin û zarok hene.

Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê vê êvarê, gundên Esediye û Mişêrfe yên bakur û rojavayê navçeya Zirgan a kantona Hesekê topbaran kir.

Di encama topbarana li ser gundê Mişêrfe de 2 welatî bi navên Nayif Ebdulqadir Hiyawî û Rîma Ehmed Îsmaîl Hiyawî şehîd bûn.

Her wiha 5 welatiyên din birîndar bûn di nav de zarok hene û navê wan wiha ne: Rehef Qetaf, Heca Hiyawî, Cûdî Hiyawî, Dinya Îsmaîl û Fayiz Hiyawî. Ew li nexweşxaneya gel a navçeya Dirbêsiyê û nexweşxaneyên Hesekê têne dermankirin.

ANHA


Mijarên Din