Di êrişa li ser gundên Babê de sivîlek şehîd bû, 2 jî birîndar bûn

Ji ber topbarana artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê yên li ser gundên rojhilatê bajarê Babê sivîk şehîd bû û 2 jî birîndar bûn.

Leşkerên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê di saetên nîvro de gudnên rojavayê bajarê Babê topbaran kirin.

Hêzên dagirker gundên Talhûta, Cebla Hemra û Til Torîn ên girêdayî bajarokê Erîma yê rojavayê bajarê Minbicê topbaran kirin. Li gorî fermandarên Meclisa Leşkerî ya Babê jêdera êrişan baregehên çeteyên Mertala Firatê yên li gundên Sukeriyê Kirîdiyê ye.

Ji ber topbarana li ser gudnê Cebla Hemara sivîlê bi navê Basil E-Hemûd şehîd bû, jin û ciwekî din birîndar bûn. Birîndar rakirin nexweşxaneyên bajarê Minbicê. Li gorî xebatkarên tenduristiyê rewşa jinê baş e, lê ya ciwan ku di serî xwe de birîdar bû, di xeteriyê de ye.

Her wiha ziyanên mezin gihiştin milkên sivîlnan û gelek kes ji xwe li bajarokê Erîma û gundên rojava girtin.

Şandeyek ji Rêveberiya Sivîl a Demorkatîk a Minbic û gundewarên wê serdana birîndaran kirin. Heverokê Meclisa Rêveber a Minbic û Gundewarên wê Mihemed Xêr Şêxo, êrişên li ser gundên bajarokê Erîma şermezar kirin û diyar kir ku êriş jîngehên sivîlan kirin.

Kamreya ajansa me dîmenên topbaranê û encamên wî kişand.

Piştî topbaranê, navbera çeteyên dewleta Tirk a dagirker ji aliyekî ve û Meclisa leşkerî ya Babê û hêzên rejîma Sûriyê ji aliyekî din ve şer derket.

Rewşa li eniya Erîma niha bêdeng e.

ANHA


Mijarên Din