Di êrişa li ser Meqedîşo de, kuştî û birîndar hene

Polîsên Somaliyayê, duh ragihand ku di êrişa li ser paytexta Meqedîşo de, herî kêm 8 leşker mirin û 14 jî birîndar bûn.

Erebeyek bombebarkirî êrişî nuqteyeke leşkerî ya tabûra 12 Nîsanê ya girêdayî Artêşa Somalyayê li nêzî gundê werzîşê li Meqdîşo, kir.

Di encamê de, herî kêm 8 keşker hatin kuştin û 14 jî birîndar bûn.

Gelek caran tevgera ciwanan operasyonên li dijî  artêş û polîsan welat digirin ser xwe.


Mijarên Din