Di êrişa li ser Zirganê de 4 sivîl birîndar bûn

 Di êrişa artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê ya li ser gundê Rebîat a navçeya Zirganê de 4 sivîl birîndar bûn.

Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê ji saetên derdora 20:00‘an ve navçeya Zirganê û gundên wê topbaran dikin.

Di topbarana li ser gundê Rebîatê de 4 sivîl birîndar bûn.

Navên sivîlan wiha ne: Mihemned Xidir Sayil (40), Heysem Yusif Wezzo (25), Cazîye Elî Xirxir (30) û Yasîn Remadan Remedan(20).

ANHA


Mijarên Din