Di êrişa Qamişloyê de endamek Hêzên Ewlekariya Hundirîn birîndar bû û ajokar şehîd ket

Îro li Qamişlo hêzên hikumeta Sûriyê erebeyek a Hêzên Ewlekariya Hundirîn kirin hedef. Di encam de endamek hêzên Asayîşê birînda bû û ajokarê erebeyê şehîd ket.

Hêzên hikumeta Sûriyê îro erebeyek girêdayî Hêzên Ewlekariya Hundirîn li Çarxeriya Sibeh Behrat a naverasta bajarê Qamişlo kirin hedef. Di encamê de endamê hêzê yê bi navê Mihemed Sebrî Elî birîndar bû û ajokarê erebeyê Waêl Ciwan Salih şehîd bû.

Hêzên Ewlekariya Hundirîn heta niha tu daxuyanî girêdayî êrişa hêzên hikumeta Sûriyê nedaye.

(şx)

ANHA


Mijarên Din