​​​​​​​Di êrişa Îsraîlê ya li Xezayê de zarokek birîndar bû

Di topbarana Îsraîlê ya li ser baregehên komên çekdar ên Filistînê û deverên çandiniyê yên li Xezayê de zarokek birîndar bû.

Li gorî agahiyên ku nûçegihanê ANHA'yê ji Xezayê dane, artêşa Îsraîlê zeviyên çandiniyê û bargehên komên cekdar ên Hemasê yên li Xezayê topbaran kirin. Di encamê de zarokeke birîndar bû û ziyanên mezin gihaştin malên welatiyan.

Medyayên Îsraîlê ragihandin ku artêşê bersiva nepoxên şewatê û yên bombekirî yên ji Xezayê hatin avêtin da û got, ji ber avêtina nepoxên şewatê agir bi bax û baxçeyên ketin.


Mijarên Din