Di êrişên hewayî ya li çolistana Sûriyê de nêzî 20 çeteyên DAIŞ'ê hatin kuştin

Balafirên şer ên Rûsyayê 112 caran nûqteyên çeteyên DAIŞ'ê yên li çolistana Sûriyê hedef girtin.

Li gorî agahiyên ku Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyayê bidest xistine, balafirên şer ên Rûsyayê îro 112 caran gelek nûqteyên DAIŞ'ê yên li çolistana Sûriyê hedef giritn. Di encamê de nêzî 20 çete hatin kuştin.

Hejmara êrişên hewayî ên Rûsiyayê di 48 satan de gihaşt zêdeyî 200 êrişan. Her wiha hejmara çeteyên ku ji ber êrişên hewayî hatine kuştin di 48 satan de nêzî 30 çete ne.

Operasyonên leşkerî li çolistana Sûriyê dewam dike.

)dx)


Mijarên Din