Di roja 14`mîn de çalakiyên mertalên zindî berdewam in

Li dijî kombûna leşkerî ya li ser sînorê Sûriyê û gefên li ser herêmê, çalakiyên mertalên zindî li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê di hefteya duyemîn de berdewam dikin.

Li gundê Qeremox ê rojhilatê Kobanê û gundê Ziyaret ê bakurê rojavayê bajêr ji 17`ê Tîrmehê ve konê mertalên zindî nêzî sînorê Tirkiyê hatine vegirtin.

Çalakiyên mertalên zindî piştî gefên dagirkeriya Tirkiyê li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê û komkirina hêzên leşkerî li ser sînor hatine destpêkirin.

Tevî pileyên germahiyê bi sedan kes ji herêmên cuda, beşdarî konê çalakiyê bûn ku li gundê Ziyaretê hatiye vedan.

Di roja dawîn a hefteya duyemîn de, endamên Meclisa Jinên Sûriyê, endamên Kongreya Star şaxê kantona Kobanê û bi dehan şênî beşdarî çalakiyê bûn.

Di çalakiya mertalên zindî de, endama Kongreya Star Felek Yusif axivî û berpirsyariya gefên Tirkiyê û zêdegaviyên li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, spart civaka navdewletî, her wiha bang li cîhanê kir ku metirsiya siyasetên Tirkiyê ku destekdayîna terorê dike, nas bikin.  

Piraniya herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê li dijî gefên Tirkiyê û dagirkeriya xaka Sûriyê çalakiyan li dar dixin û balê dikişînin ser girîngiya li dijî gefên Tirkiyê, berxwedana siyasî, civakî û leşkerî.

(eh)

ANHA


Mijarên Din