Di roja 44’an a şer û berxwedanê de 6 leşkerên rejîmê jiyana xwe ji dest da

QSD’ê ragihand ku di roja 44’emîn a şer û berxwedana li Rojava û Bakur û Rojhilatê Sûriyê de êrişên artêşa Tirk berdewam kirin û di encama êrişan de 6 leşkerên artêşa Sûriyê jiyana xwe ji dest da.

Navenda Ragihandinê ya QSD’ê bi daxuyaniyeke nivîskî encamên şer û berxwedana roja 44’emîn a li Rojavayê Kurdistanê û Bakur û Rojhilatê Sûriyê eşkere kirin. QSD’ê destnîşan kir ku di êrişên artêşa Tikr a dagirker ên roja 44’emîn de, 6 leşkerên rejîma Sûriyê jiyana xwe ji dest daye û hejmarek leşker jî birîndar bûne.

Daxuyaniya QSD’ê wiha ye:

“Artêşa Tirk a dagirker, li seranserê xeta eniyê û herêmên sîvîl tevgera xwe ya dagirkeriyê domand.

EBU RASEN

Artêşa dagirker û komên çete li gundên Til Mihemed, Ing El-Hewa, Til El-Werid û Ebdilhey êrişên xwe yên bi moşekên Grad, balafirên bêmirov û çekên giran domandin. Her wiha komên çete yên girêdayî artêşa dagirker li herêmê tevgera xwe ya dagirkeriyê berdewam kir.

TIL TEMIR

Komên çete yên ser bi artêşa dagirker ve, herêmên sîvîl ên li derdora gundê Dawûdiyê bê ser û ber dan ber tank û topan. Ji ber topbarana giran ziyanên madî gihîştin milkên welatiyên sîvîl.

Di encama êrîşên artêşa dagirker û komên çete de, li herêma Ebû Rasen bi giştî 6 leşkerên artêşa Sûriyê jiyana xwe ji dest da, hejmarek leşker jî birîndar bûn.”


Mijarên Din