Di roja 9`emîn ji êrîşa li ser herêma bêçek de: Zedetirî 900 êrîşên hewayî

Herêmên bêçek bû roja 9’emîn rastî dijwarbûna şer û bombebarana hewayî ji hêla Rûsya û hêzên rejîmê, tê. Hejmara êrîşên hewayî heta niha gihîşt zêdetirî 900’î.

Nanvenda Çavdêriya Mafên Mirovan ragihand ku balafirên şer ên Rûsya û hîlekoptêrên rejîmê careke din li ser esîmanê Idlib û Hemayê digerin û di encamê de bombebaran û rûxandin çêbûn.

Balafirên şer ên Rûsyayê gelek êrîşî birin ser herêmên Til Nebî Eyûb, foca 46, Ehsem, Meret El-Sîn, Meret Herme û Hêş û bi wê re hejmara êrîşîşan ji şevê din ta vê kêliyê gihaşt 46’an.

Di heman demê de ji vê sibehê ve hejmara bermîlên teqînê yên ku ji hêla hîlekoptêran de hatine avêtin 79 in. 22 li Kefir Neboda, 22 li bajarokê Hibêt, 12 li Xan Şêxon, 9 li derdora Kebane ya Cebel El-Krad, 4 li derdora bajarokê Temana, 4 li Hêş û 2 li Kefer Sicne û Şêx Mistefa.

Her wiha balafirên şer ên rejîmê(Sîxoy û Mîg ) 126 êrîşên hewayê ji vê sibehê deverên gundewarên Idlibê û Hemayê pêk anîne. 39 li Kefir Neboda, 33 li Hibêt, 13 li Kebane ya Cebel El-Ekrad, 16 li Xan Şêxon, 4 li Şenan a Cebel El-Zawiye, 6 li Hêş, 2 li (Fiqêh, Termela, Abdîn, Niqêr, Kinsifra, Um Sêr û Ehsem) û 1 li Fikaya Sicne.

Li aliyekî din jî ji şevê berê ta vê kêliyê hejmara roket û obusan ku li deverên Xan Şêxon, Hibêt, Kefir Neboda, Sexir, Serc, Zekat, Ziyara, Kefir Hemra, gundewarên Mihendisîn û Zirbê ketin, gihîşt 630`î.

Duh hêzên rejîmê bi alîkariya balafirên Rûsya û topbaranên dijwar, serweriya bajarokê Kefirnebûda ya bejahiya bakur rojavayê Hemayê kir.

Herêmên bêçek rastî êrîşên dijwar tên, ku Rûsya hewl dide bendên peymanê ku bi Tirkiyê re di 17’ê Îlonê de daniye, pêk bîne.

(fr)


Mijarên Din