Di Roja Rojava ya Cîhanî de, gelên Bakurê Sûriyê gotin: QSD`ê îradeya me ye

Bi boneya Roja Cîhanî ya Rojava de, bi deh hezaran gelên herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê daketin qadan û gotin: “QSD`ê îradeya me ye.”

Bi armanca piştgirtiya QSD`ê û şermezarkirina êrişên dewleta Tirk a dagirker li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê, îro bi deh hezaran gelên herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê daketin qadan. Xwepêşandêran alên QSD`ê ku parastina gelê herêmê dikin û alên Meclisa Malbatên Şehîdan hilgirtin.

Her wiha xwepêşandêran wêneyên şehîdan, wêneyên qurbaniyên êrişên artêşa Tirk ên li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê û pankartên bi nivîsên"Parastina Rojava bikin, QSD`ê vîna me ye, QSD`ê nûnertiya me dike û na ji dagirkeriya Tirkiyê re"hilgirtin.

Nûnerên Rêveberiya Xweser, rêveberiya bajêr, endamên saziyên sivîl, partiyên siyasî, rêxistinên civakî, mirovî, ciwanan , oldarên ji hemû pêkhatiyan, Kurd, Ereb, Suryan, Aşûr, Kildan û Turkmen tevlî meşan bûn.

Meş li hemû herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê dewam dikin.

(eh)

ANHA

 


Mijarên Din