Di roja sêyemîn a mîhrîcanê de: Şanoya Odeya Bê Çivîk

Di roja sêyemîn a Mîhrîcana Mîtan a Şanoyê ya  4‘emîn şanoya "Odeya Bê Civîk" hate pêşandan.

4emîn Mîhrîcana Şanoyê ya Mîtan di roja xwe ya sêyemîn de li ser dika şanoyê ya Çiyayê Kurmênc a navçeya Ehdasê ya kantona Şehbayê berdewam dike. Şanoya îro hate pêşandan bi navê "Odeya Bê Çivîk" ye. Nivîskarê şanoyê Ferhan Bilbil e û derhêrner endama Tevgera Kevana Zêrîn a kantona Efrînê Zeyneb Mihemed e.

Şanogeh bi beşdaran tijî bibû. Destpêkê lîstokeke li ser komkujiya li Til Rifetê ya li dijî zarokên Efrînê hate pêşandan.

Piştre şanoya "Odeya Bê Çivîk" hate pêşandan. Şano çîroka hezkirinê ya keç û xortekê vedibêje. Keç salê carekê hezkiriyê xwe dibîne, ji ber ku hezkriyê wê bi sedemên ne nenas hertim diçe. Her çiqas ku keçik daxwaza zewacê dike hezkiriyê wê mijarê paş dixe.

Piştre keç li pirtûkxaneyê ciwanekî din nas dike ku xweşikbûna wê pênase dike û wê bi aliyê xwe ve dikşîne, lê hezkriyê xwe ji bîr nake û îxanetê nake.

Di dîmenê dawî yê şanoyê de, hezkiriyê wê vedigere û careke din di navbera wan de pirsgirêk derdikevin, ji ber vê yekê neçar dimîne wî terik bike, dibêje ew ê tenê bimîne ji ber ku hêza wê heye û jiyana xwe ya nû dewam bike, her wiha bendên civakê ku jinan lewaz dibîne, bişkîne.

Ji lîstikvanê şanoya "Odeya Bê Çivîk" Rênas Xemgîn ji ANHA‘yê behsa rewşa şanoyê li kantona Şehbayê li gorî  rewşa wê li kantona Efrînê kir û got: "Ev mewsimê duyemîn e ku beşdarî mîhrîcana Mîtan dibim. Di vê mewsimê de beşdarî şanoya Odeya bê çivîk bûme ku behsa çîroka hezkirinê di navbera keç û xortekê dike, çawa mêr di civakên Rojhilata Navîn de nêrîneke biçûk li jinan dinerin. Di dawiyê de berevajî wê nêrînê diyar dibe, ku jin ji îradeya xwe hêzê digire."

Dê sibe şanoya "Olompiyad" were pêşandan.

ANHA


Mijarên Din