Di rojnameyên erebî de rojeva îro

Rûsyayê diyar kir ku ew ê senaryoya Helebê li Idlibê bi rêya topbarana dijwar û amadekariyên operasyoneke berfireh dubare bike. Kesayetên sunnî yên iraqî li hev kir û ev lihevkirin dê pêvajoyên nû li Iraqê bi xwe re bîne. Her wiha Bîn Elewî tekez kir ku dan û standinên wan bi gelek aliyan re têkildarî agirbesta di navbera Washington û Tehranê de hene.

Rojnameyên erebî yên îro behsa tevliheviya li “herêmên bêçek”, hewldanên avakirina koalîsyona sunnî li Iraqê û hewldanên Umanê ku agirbestê di navbera Washington û Tehranê de pêk bîne, kir.

El-Şeriq El-Ewset: Moskov dibêje senaryoya Helebê dê li Idlibê dubare bike

Rojnameyên erebî yên îro behsa gelek mijarên girêdayî rewşa Sûriyê kir. Ji mijarên girîng ku behsa wan kir, rewşa Idlibê ye. Di vê derbarê de rojnameya El-Şerq El-Ewset wiha nivîsand: "Duh Moskovê got ew ê senaryoya Helebê li Idlibê bi rêya topbarana dijwar û amadekariyên operasyoneke berfireh ji bo destekdayîna hêzên rejîma Sûriyê ku derbasî baregeha dawîn a opozîsyonê li bakurê rojavayê welêt, pêk bîne."

Moskov dest bi hemleyeke çapemeniyê ya berfireh ji bo destekdayîna sivîlên li Idlibê kir da ku ji bajêr derkevin. Ji ber amadekariyên operasyonên leşkerî berfireh têne kirin, her wiha sivîl ji ber topbarana Rûsya û Sûriyê ber bi sînorê Tirkiyê ve koçber dibin.

Iraq

Rojnameya El-Ereb der barê rewşa Iraqê de got çavkaniyên siyasî li Bexdayê ku siyasetmedarê kevn Ûsame Necefî bi wezîrê parastinê yê berê Xalid Ebîdê, serokê parlamentoyê yê berê Selih Cibûrî, wezîrê berê Qasim Fehdawî re gihîştin lihevkirineke destpêkê da ku koalîsyoneke siyasî ava bikin. Armanca wê mafê nûnertiya pêkhateyên sunnî ji serokê parlamentoyê Mihemed Helbûsî û serokê projeya erebî Xemîs Xencer, vegerînin. Lê Necefî li bajarê Mûsilê rastî pirsgirêkeke xeternak tê. Li gorî nêrînan ku malbata wî her tim desteka gel winda dike.

Îran û DYA

Der barê nakokiyên DYA-Îranê de rojnameya El-Şeriq El-Ewset wiha got: "Wezîrê berpirsê kar û barên derve yê Umanê Yûsif Bîn Elewî got welatê wî di aloziya heyî ya di navbera DYA û Îranê de hewl dide nakokiyan kêm bike."

Her wiha îşaret bi şerekî muhtemel kir ku dibe xetereyê li ser tevahî cîhanê çêke.

Yemen

Rojnameya El-Ereb qala nameya serokê Yemenê Ebidrebah Mensûr El-Hadî ji sekreterê NY`ê Antonio Guterres re kir ku der barê rexneyan li ser rola nûnerê navneteweyî yê Yemenê Martin Griffiths de derxist holê.

Rojnameyê wiha diyar kir: "Serok Hadî di nameyê de bi zimanekî und ku ji 5 rûpelan pêk tê, gef li Griffiths xwarin ku ew ji dema erka xwe li Yemenê girtiye, kiryarên provokatîf dike. Her wiha di namayê de gef ji Griffiths re hatin kirin ku ew mîsogeriya çekdarên Hûsiyan dike ku li Hudeyda û beravên wê yên di bin kontrola NY`yê de bimînin."

Cezayîr

Têkildarî rewşa Cezayîrê rojnameya Şerq El-Ewset wiha got: "Çalakvanên El-Hîrak li Cezayîrê texmîn dikin ku tevlihevî ji aliyê hêzên xwe biryar çêbe, taybet piştî daxuyaniyên fermandariya artêşê yên dawî der barê êrîşên xwe li ser çalakvanan, di demekê de ku El-Hîrak bi fermandarê artêşê Qayîd Salih re ketin diyaloga ku kes li wan guhdar nake."

Lubnan

Têkildarî rewşa Lubnanê jî rojnameya El-Ereb wiha nivîsand: "Helwestên sekreterê giştî yê Teyar El-Musteqbel Ehmed El-Herîrî dema ku serdana balyozê Tirkiyê li Lubnanê kir, bandor kir ku gelek pirs bên kirin. Şopdar ji lêborandina sekreterê giştî yê Musteqbel ji çalakiyên ku Tirkiyê li Lubnanê dema ku xwepêşandanên ji bo bûyerên ku Ermenî rastî wê hatin, derxist, matmayî man." 

(bx-jo)


Mijarên Din