Di êrîşa artêşa Tirk de 4 gundî birîndar bûn

Balafirên şer ên artêşa Tirk serê sibehê geliyê Şêx Zade yê Xakurkê bombebaran kir. Ji ber bombebaranê 4 gundî birîndar bûn.

Artêşa Tirk a dagirker bi dombarî bombeyan li cih û warê sivîlan ên li Xakurkê dibarîne.

Di dema êrîşa artêşa Tirk de zevî, bax û baxçeyên gundiyan tên şewitandin. Êvara sêşemê zeviyên li geliyê Şêx Zade hatin şewitandin.

Gundiyan serê sibehê saet di 06.00'an de hewl da şewatê vemirînin. Lê belê balafirên şer ên Tirk bombe li gundiyan barandin.

Ji ber bombebaranê 4 gundî birîndar bûn û rewşa yekî giran e. Li gorî agahiyan navê 2 gundiyên birîndar Cabir û Xoşevî ne.

Hate ragihandin ku birîndar ji gundê Merga Reşê yê geliyê Şêx Zade ne û ji bo tedawîkirinê rakirine nexweşxaneya Soran.


Mijarên Din