Di êrîşa çeteyên DAIŞ`ê de 8 endamên rejîmê hatin kuştin

Di êrîşa çeteyên DAIŞ`ê ya li ser hêzên Rejîma Sûriyê li bejahiya Meyadîn a rojhilatê gundewarê Dêrazorê de 8 endamên hêzên Rejîma Sûriyê hatin kuştin û 23 jî birîndar bûn.

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê got çeteyên DAIŞ`ê duh êvarê li bejahiya Meyadîn a rojhilatê gundewarê Dêrazorê bi dijwarî êrîşî hêzên Rejîma Sûriyê kirin, di encamê de 8 endamên rejîmê hatin kuştin û 23 din jî birîndar bûn.

Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê ragihandin ku hêzên rejîmê zêdetirî 3 çeteyên DAIŞ`ê kuştine. Her wiha destnîşan kir ku şer di navbera her duyan de bi saetan dom kir û balafirên şer nuqteyên şer kirin hedef tevî topbarana bi moşekan ku di encamê de çete neçar man vekişin.

Girêdayî heman mijarê li gundewarê rojhilatê  Sêweydayê di operasyonên paqijkirina herêmê ji mayînên DAIŞ‘ê de 4 endamên rejîmê bi mayînên hatin kuştin û 9 din jî birîndar bûn.

(şx)


Mijarên Din