Di êrîşa Hûsiyan a li ser balafirgeheke Siûdiyê de 26 kes birîndar bûn

Berdevkê fermî yê Hêzên Koalîsyona Erebî, Tirkî Malikî ragihand ku Hûsiyan êrîşî balafirgeha Ebha ya navneteweyî ya başûrê Siûdiyê kir û di encamê de 26 sivîl birîndar bûn.

Berdevkê fermî yê Hêzên Koalîsyona Erebî Tirkî Malikî di daxuyaniyekê de ku ajansa El-Ebnaa ya Siûdiyê weşand, got îro seat di 02:21’an de topeke Hûsiyan li hola El-Qedûm li balafirgeha Ebha ya navneteweyî ket ku rojane di balafirgehê de bi hezaran sivîl û welatiyên ji hemû nasnameyan derbas dibin.

Malikî da zanîn ku di encama wê de, 26 sivîl ji kesên ku serdan dikirin û ji nasnameyên cuda bûn, birîndar bûn. Di nav de 3 jin ji Yemen, Hindistan û Siûdiyê û 2 zarokên ji Siûdiyê û 8 kes rakirin nexweşxaneyê da ku bêne dermankirin û 18 kes birîna wan sivik e û hin zirarên madî di hola balafirgehê de çêbûne.

(jo/kc)


Mijarên Din