Di êrîşa li Misyafê de gelek çekdarên Îranê hatin kuştin 

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê ragihand ku di encama bombebarana Îsraîlê ya li ser nuqteyên leşkerî yên li Misyaf a bejahiya parêzgeha Hemayê de, 17 endamên hêzên rejîma Sûriyê birîndar bûn û hejmareke îraniyan hatin kuştin.

Balafirên şer ên Îsraîlê şevê din nuqteyên leşkerî li bajarê Misyaf ê bejahiya Hemayê bombebaran kirin.

Ajansa SANA ya girêdayî rejîma Sûriyê li ser zimanê çavkaniyekî leşkerî wiha got: "Dora saet 02:30`ê şev balafirên şer ên Îsraîlê ji ser asîmanê Lubnanê nuqteyeke leşkerî ya li derdora Misyafê kir hedef."

Çavkanî destnîşan kir ku hêzên parastinê yên asîmanî bersiva moşekan da û gelek ji wan beriya ku bigihîjin armanca xwe, xistin xwarê.

Her wiha çavkanî diyar kir ku di encama êrîşa Îsraîlê de hindek avahî hatin rûxandin û 3 leşkerên wan birîndar bûne.

Her wiha Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê got di encama êrîşa Îsraîlê de 17 endamên hêzên rejîma Sûriyê û çekdarên alîgirên wan birîndar bûne. Navendê teqez kir ku hejmareke ji îraniyan û çekdarên alîgirên Îranê di encama êrîşên balafirên Îsraîlê yên li ser navenda pêşxistina moşekan, Dibistana Muhasebê û navendeke leşkerî li bajarê Misyaf, hatin kuştin.

(bx)


Mijarên Din