Di êrîşa li Şam û Humsê de 4 kes hatin kuştin

Li gor ajansa SANA, pergala parastina ezîmanî ya Sûriyê bersiva roketên ku derdora Şam û Humsê kiriye hedef, da. Di encamê de 4 kuştî hene.

Li gor ajansa SANA, şevê berê paytexta Sûriyê Şamê tevî rawestandina pergala parastina azîmanî ya Sûriyê jî, bû armanca êrîşên roketan. Di heman demê de çapemeniya nêzî rejîma Sûriyê ragihand ku 4 sivîl di wan êrîşan de hatin kuştin.

Li aliyekî dîtir hîna jî rejîma Sûriyê aliyê birpisiyariya pêkanîna êrîşên li dijî Şam û Humsê ranegihandiye.

Îsraîl di van salên dawîn de asta êrîşên xwe li dijî Sûriyê zêde kiriye. Her wiha Îsraîl tekez kir ku dê êrîşên xwe li dijî hewldanên Îranê yên sepandina hebûna leşkerî di Sûriyê de û şandina çekên pêşketî ji Hizbullah re, bidomîne.

Li gor Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê, beriya çend rojan li ser 2 beşan û di navbera 24 saetan de Îsraîlê gelek nuqteyên girêdayî artêşa Sûriyê û çekdarên alîgirên wê kirin hedef. Di encamê de 15 kuştî ji hêzên rejîmê çêbûn.

(fr/kc)


Mijarên Din