Di êrîşa li ser gundên Şerayê de ziyanên mezin gihiştin malên sivîlan

Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên girêdayî ji saet 16:15‘an ve gundên navçeya Şera ya Efrîn topbaran dikin, ji ber topbaranê ziyanên mezin gihiştin malên sivîlan.

Leşker û çeteyên artêşa Tirk a dagirker ji saet 16:15‘an ve gundên Malikiyê, Şêwarxê û Merenaz ên navçeya Şera ya Efrînê bi çekên giran topbaran dikin.

Di wêne û dîmenên hatine bidestxistin, asta ziyanên ku gihiştina xaniyên sivîlan xuya dibe.

Topbarana li ser gundan berdewam e.

ANHA


Mijarên Din