Di êrîşa şaneyên DAIŞ‘ê ya li Qamişlo de sivîlek şehîd bû, 3 jî birîndar bûn

Li gorî agahiyên destpêkê di êrîşa bi erebeya bombebarkirî ya li bajarê Qamişlo pêk hatî de sivîlek şehîd û 3 jî birîndar bûn.

Şaneyên veşartî yên çeteyên DAIŞ‘ê ji êrîşên artêşa Tirk a dagir sûdê digirin û çalakiyên xwe yên terorîst pêk tînin. Îro saet derdora 14:00‘an şaneyên veşartî yên çeteyên DAIŞ‘ê li kolana Munîr Hebîb a taxa Xerebî ya bajarê Qamişlo bi erebeyeke bombebarkirî êrîş pêk anîn.

Li gorî agahiyên sivîlek şehîd bû û 3 jî birîndar bûn. Birîndar rakirine nexweşxaneyan.

Tîmên vemirandina agirî û hawrê dimildest berî dane cihê teqînê û agir vemirandin.

(bb)

ANHA

 


Mijarên Din