Di êrîşa Telîbanan a li Afganistanê de 34 kes hatine kutşin

Rojnameya" The National" a Îmaratê ragihand ku beriya êrîşkar bi ser avahiyê de bigirin, teqînek li cihê lojistî yê leşkerên Afganistanê pêk hat û di encamê de 34 mirin û 68 jî birîndar bûn.

Li gor rojnameya " The National" a Îmaratê li ser zimanê çavkaniyên ewlehiyê ragihandiye ku teqîn bi sedema erebeyeke biçûk a bi teqemiyan barkirî vê sibehê li herêma Bolî Mehmûd Xan teqiya, pêk hat. Li wê herêmê avahiyên leşkerî û hikumetê hene.

Êrîşê baregeha lojistî ya artêşa Afganistanê kir hedef û piştre êrîşkaran bi ser avahiyê de girtin.

Di vê çarçoveyê de berdevkê Wezareta Hundirîn a Afganistanê got Yekineya Bersivdana Krîzê hewl dida tundrewan bikuje.

Li aliyekî din jî berdevkê Wezareta Tenduristiyê diyar kir ku herî kêm 68 kes rakirina nexweşxaneyên Kabolê ji nav wan 9 zarok in û bijîşkê bi navê Wehîdelah Miyar e. Wezaretê lê zêde kir ku 34 kes jî mirin.

Girêdayî mijara teqînê, serokê Rêveber a Afganistanê Abdullah Abdullah da zanîn ku êrîşa roja duşemê "xwezaya sûca komê" diyar dike û her wiha soz da ku "bûyerê bişopîn û tewanbaran ceza bike".

Li rexê jî berdevkê Talîban axivî ku armanc ji êrîşê ew e navendên lojistî yên Wezareta Parastinê ne. Her wiha der barê teqînê de di raporan de hat ku teqîn li nêzî balyozxaneya DYA’yê rû daye, lê belê tu bandor lê nekiriye.

Ji aliyekî din ve jî Buroya Yekitiya Afganistanê ya Fotboolê diyar kir di encama teqînê de gelek ziyan hene. 2 lîstikvan bi sedema cama şekestî birîndar bûn û rakirin nexweşxaneyê. 

Ev êrîş jî di demeke ku Talîban û DYA nîqaşên xwe li Qeterê dikin hat.

Her wiha buroya siyasî ya koma çekdar li Dewhayê heye.

(fr)


Mijarên Din