Di êrîşên li Kerkûkê de 2 mirî û 38 birîndar

Wezareta Tenduristiyê ya Iraqê da zanîn ku di encama teqînên duh bi şev ên li Kerkûkê de 2 kesan jiyana xwe ji dest daye û 38 kes jî birîndar bûne

Rojnewsê daxuyand ku duh bi şev li Kerkûkê 6 teqîn pêk hatin. Li gorî agahiyên nefermî, duh di encama teqînan de 3 kesan jiyana xwe ji dest dabû. Lê îro Wezareta Tenduristiyê ya Iraqê hejmara qurbaniyên teqîna Kerkûkê eşkere kir.

Li gorî wezaretê di encama teqînên duh ên li Kerkûkê de 2 kes mirine û 38 kes jî birîndar bûne.


Mijarên Din