Di rêzeteqînên li Kabulê de zarokek û 3 sivîl birîndar bûn

Îro 4 mayinên li kêleka rêya taxa bakurê paytexta Efganistanê Kabulê hatibûn danîn, teqiyan û di encamê de 4 sivîl birîndar bûn ku di nav de zarokek jî heye.

Berdevkê polîsên parêzgeha Kabulê Firdaws Feramez diyar kir ku tîma rakirina mayinan berê xwe da devera êrişan û heta niha aliyên êriş kirine, ne diyar in.

Ji destpêka hevpeymana dîrokî di 29’ê Sibata derbasbûyî de di navbera Washington û tevgera Talîbanê de hatiye mohrkirin, Talîbanê êrişên mezin li dijî paytextê pêk neanîne.

Washingotin û Talîbanê da ku leşkerên DYA’yê ji Efganistanê vekişin, piştî 18 salên şer, li Dewhayê hevpeymaneke dîrokî îmze kiribû.

(eh)


Mijarên Din