Di şahiya li Minbicê de banga bilindkirina têkoşîna jinan

Şahiya jinên Minbicê bi boneya 8’ê Adarê bi axaftinên pîrozbahiyê berdewam e, her wiha hate gotin ku divê têkoşîna jinan bê bilindkirin.

Îro jinên herêma Minbicê bi cilên folklorîk herikîn qadan da ku 8’ê Adarê pîroz bikin. Berdevka Meclisa Jinan Ibtîsam Abdulqadir di şahiyê de axivî û 8’ê Adarê li tevahî jinên cîhanê pîroz kir.

Ibtîsam anî ziman ku her sal bihar bi rojeke taybet tê, jê jî têkoşîna jinan e ku berxwedan û destkeftiyên dîrokî tên pîrozkirin û pê re jin mîna xwezayê her dem têkoşîna xwe nû dikin.

Ibtîsam tevahî şehîdên ku navên wan di rûpelên dîrokê de mîna Roza, Clara, Zîlan, Arîn, Barîn, Avesta, Hevrîn Xelef, dayika Aqîde û Amara hene, bi bîr anîn û wiha got: "Ew di qadên şer de li dijî dijmin sekinîn, ew pêşengên jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ne û bûn serkêşên vê civakê ji tevahî aliyên siyasî, civakî û parastinê ve."

Li dawiyê Ibtîsam diyar kir ku berxwedana jinan rojekê jî ne hêsan bû, lê belê hê jî jin di tevahî cureyên tundî, zilmetî û kuştinê re bi destê komên çete bi taybet li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê re derbas dibin.

Seroka Partiya Pêşerojê ya Sûriyê şaxê Minbicê Ezab Ebûd jî wiha axivî: "Bejna xwe li hember tevahî jinên ku dîrok bi lehengiyên xwe di oxira wergirtina maf û azadiyê de nivîsandine, ditewînin. Em îro li vê derê ne da ku hez û wefadariyê ji têkoşer Hevrîn Xelef ku ala projeya demokratîk hilgirtiye û ji bo dengê jinên azad xebitiye, pêşkêş bikin."

Ezab piştrast kir ku jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyê piştevaniya Partiya Pêşerojê ya Sûriyê kir ku bibe partiya hewldana avakirina demokrasi û pirrengiyê ya nenavendî û her wiha da ku aştiyê li tevahî Sûriyê belav bike.

Çalakiyên 8’ê Adarê li bajarê Minbicê bi pêşkêşkirina stran û dîlanan berdewam in.

fr

ANHA


Mijarên Din