​​​​​​​DI SALVEGERA 166`AN A 8`Ê ADARÊ DE 'JIN, JIYAN, AZADÎ'-1

Xebatên dîplomatîk ên jinan

Tevger û rêxistinên jinan xebatên xwe yên dîplomatîk zêdetir kirin. Her wiha ji bo yekkirina nêrînên jinan li hember sîstema dijberî rizgariya jinan, kongreyên navneteweyî û cîhanî hatin lidarxistin û li seranserê cîhanê jin tev lê bûn.

Ji bo ku jin mafên xwe yên bingehîn di civakan de bi dest bixin, li seranserê cîhanê bi dehan tevger û rêxistinên jinan hatin avakirin. Lê her rêxistinek li gorî feraset û îdeolojiyeke cuda tev geriya.

Derketina şoreşê li Rojava-Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di 19`ê Tîrmeha 2012`an de, ji bo yekkirina nêrînên jinan li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, Rojhilata Navîn û cîhanê guhertinek girîng bû û bandor li van rêxistinan jî kir.

Bi belavbûna felsefeya “Jin, Jiyan, Azadî” re, ev nêrîn jî berbelav bû. Rojava bingeha belavbûna vê felsefeya tê hesibandin ku bûye dirûşma sereke ya çalakiyên rêxistinên jinan li Kurdistanê û cîhanê. Serhildana li Rojhilatê Kurdistanê-Îranê ya bi pêşengiya jinan û bi dirûşma “Jin, Jiyan, Azadî” jî mînaka herî berbiçav a vê yekê ye.

Di vê beşa dosyaya xwe de em ê balê bikişînin ser girîngtirîn xebatên jinan ên ji 8`ê Adara 2022`yan û heta 8`ê Adara 2023`yan, ku ji bo yekkirina nêrînên jinan li seranserê cîhanê li hember qirkirina ku jinan hatin lidarxistin.

GIRÎNGTIRÎN XEBATÊN JINAN DI 2022`YAN DE

- 12′ê Adarê, li bajarê Silêmaniyê yê Başûrê Kurdistanê bi dirûşma "Bidawîkirina qirkirina li dijî jinan" ji bo nîqaşkirina rewşa jinên Kurd li Kurdistanê û yekkirina helwestên jinan ji bo parastina jinên rastî tundiyê tên, civînên şêwirê hatin lidarxistin.

- 15′ê Adarê, Hevalbendiya Neda (Hevalbendiya Demokratîk û Herêmî ya Jinan li Rojhilata Navîn û Bakurê Afrîkayê) bi sernavê "Bi yekitiya jinan em ê wekhevî, demokrasî û azadiyê pêk bînin" bi rêya Zoomê panelek li dar xist.

- 24′ê Adarê, Meclisa Jinan a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li bajarê Qamişlo bi dirûşma "Jina Sûriyeyî li gel dagirkeriya dewleta Tirk a dagirker, êş û berxwedan" konferansek li dar xist. Di konferansê de biryara avakirina komîteyên hiqûqnasan û vekirina navendên şopandina rastiyan li herêmên dagirkirî û belgekirina binpêkirinan, hat dayîn.

- 15′ê Gulanê, Kongra Star li Qamişloyê Civîna Şêwirê ya Jinên Kurd ên Rojava li dar xist. Di civînê de jinan banga lidarxistina civînekê li ser asta çar parçeyên Kurdistanê û lidarxistina Konferansa Neteweyî ya Jinên Kurd a Sêyemîn di zûtirîn demê de kir.

- 4′ê Hezîranê, çalakgerên jin ên li Rojhilata Navîn û Bakurê Afrîkayê ji bo danasîna fikrê Rêber Abdullah Ocalan, parastina pêkhate, hemû nasnameyên çandî, etnîkî, mezhebî û parastina mafên jinan, "Însiyatîfa Nûn ji bo Azadiya Ocalan" ragihand.

- 7′ê Hezîranê, 72 kesayetên jin bi dirûşma "Jin Kurdistanê ji dagirkeriyê diparêzin", 'Însiyatîfa Jinan ji bo Parastina Kurdistanê li dijî Dagirkeriyê' ragihand.

- 22-23′yê Tîrmehê, Komxebata Yekemîn a Şoreşa Jinan a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li ser asta Rojhilata Navîn bi dirûşma "Bi hevgirtina jinê em ê destkeftiyên şoreşê biparêzin û bi pêş bixin" hat lidarxistin. Tê de gelek pêşniyarên têkildarî pêşxistina têkoşîna jinan di Şoreşa 19`ê Tîrmehê de û xurtkirina hevgirtina jinan li Sûriyeyê, derketin.

- 4-10′ê Îlonê, jinên ji 30 dewletên cîhanê beşdarî dewreya sêyemîn a Kongreya Jinên Kedkar a Cîhanê ya bi dirûşma "Hevgirtina bi jinan re" a li Tûnisê, bûn. Armanca kongreyê nîqaşkirina pirsgirêk jinên kedkar bû.

- 19′ê Cotmehê, komeke jin û nûnerên rêxistinên jinan di civîneke online de komeke çalakiyên cîhanî û bernameyên hevbeş ên têkildarî rewşa jinan da destpêkirin, da ku piştigriyê bidin xwepêşandanên jinên Îran û Efganistanê.

- 28-19′ê Cotmehê, bi sernavê "Jin û guhartina demokratîk li Sûriyeyê" Komxebata Diyaloga Jinan bi beşdariya 55 delegeyên ji derveyê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hate lidarxistin. Di komxebatê de li ser girîngiya rola jinan di beşdariya jina siyasî û rewşa giştî de hate lihevkirin.

- 5-6′ê Mijdarê, di Kongreya Navneteweyî ya Duyemîn a Jinan de ku li paytexta Almanya Berlînê bi dirûşmeya "Şoreşa me, rizgarkirina jiyanê ye" Tora Jin, Jiyan, Azadî hate damezirandin.

- 29′ê Mijdarê, Navenda Ragihandina YPJ′ê û Navenda Têkiliyên Kongra Star bi rêya Zoomê ji bo nîqaşkirina êrişên dewleta Tirk a dagirker li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, bernameyek li dar xist.

- 28′ê Kanûnê, Nivîsgeha Têkiliyên Giştî ya YPJ′ê bi navê "Rola Jinan di pêkanîna bingehên yekitiya nîştimanî de ku pêwîstiyeke stratejîk a parastina gelê Kurd e" bi rêya online panelek li dar xist.

(cx-fr)

ANHA


Mijarên Din