​​​​​​​Di salvegera binkeftina Hezîranê de.. Dewletên Erebî li pêşberî binkeftinên din in

53 sal di ser binkeftina Hezîranê ya sala 1967‘an re derbas bû. Lê rewşa welatên ereban her ku diçe xirabtir dibe. Ji wê demê ve heta niha erdên Ereban ji aliyê Tirkiyê, Îran û Îsraîlê ve ji hev tên qutkirin. Civaka Ereb hîna di xewa xwe de ne.

Sala 1967‘an de di navbera Îsral, Misir, Urdun û Sûriyê ji aliyekê din ve şer derket. Ev şer ê sêyemîn di çarçoveya nakokiyên Ereb û Îsraîlê de ye, ku binkeftineke di dîroka Ereban de bi giştî û Filistîniyan bi taybet çêkir. Di encamên vê şerê de Îsraîlê dest danî ser herêma Sîna ya Misirê, Xeza û Difeya rojava yên Filistînê û Colana Sûriyê.

Li gorî raporan, artêşa Îsraîlê ji sedî 80 alavên leşkerî yên Ereban wêran kir, bi deh hehezaran filistînî ji Difeya Rojava da koçberkirin û jîngehên xwe di xaka Filistînê de di nav de Qudis a rojhilat ava kir.

Bi rexma ku Îsraîl sehraya Sîna li Misirê vegerand û bi awayekî beşê ji Xezaya derket a ku ji 2006‘an ve dorpêç lê ferz kiriye, lê Qudisa rojava û girê Colanê îlhaq kir.

Nêrîna Îsraîlê ya ji vî şerî cûda bû, ku wekî hewldana yekemîn a Erebî ya Mezin bi nav kir ku dewleta wî ya sala 1948‘an ragihandiye, tune bike.

Çavdêrên Ereb "Neksa Hezîrnê" bi bikeftinê bi nav dikin. Ji wê demê ve serokên Ereban hewl didin bihaneyan jê re bibînin û hev din bi "Xemasî û ajantî" tewambar dikin. Radiyoya Sewt El-Ereb wê demê got, baregehê leşkerî yên biyanî yên li Lîbyayê di nav de baregeha Wîlis ji bo alîkariya Îsraîlê hate bikaranîn.

‘BINKEFTINA HEZÎRANÊ ÇAVKANIYA XWE JI BÊSERÛBERIYA HAWIRDORA EREBÎ DIGRE’

Derbarê encam û bandora mûdirê rêveberiya navenda Erebî ya Lêkolînan Dr Hanî Silêman ji ANHA‘yê re axivî û got: "Binkeftina Hezîranê di hewildana ji nû ve avakirina pergala Ereban de gavek girîng bû. Her wiha hewldanek ji bo hişyarkirin û hevgirtina Ereban bû. Binkeftina Hezîranê sedema xwe ji bêserûberiya di rejîma Ereban de digire."

‘EREB BI HEWLDANÊN XETER RE RÛ BI RÛ MAN’

Aloziyên welatên Ereban tenê bi "Binkeftinê" re sîndar neman, heman demê de ji wê demê ve ta niha herêmê aramî nedîtiye, gelek şer û êriş lê rû dan.

Li ser vê mijarê Silêman dibêje: "Rejîma Erebî li pêşberî gelek vebijêrak rû bi rû ma. Ya yekemîn şerê Kendavê yê duyemîn bû ku wekî destpêka zingarbûna di Bedena Erebî bû. Piştî wê bûyerên 11‘ê Îlonê û encamên ku bi xwe re anîn, ji rejîma Iraqê hilweşandin ku rejîma Erebî li hemberî vê aloziyê sar ma."

Li gorî Silêman, stasyona ku wekî vebijêreke zehmet di rejîma Erebî de çêkir, aloziya Kendavê bû. Ji ber siyasetên Qeterê ya ku xwe li derve digie û bi rêya Tirkiyê û Îranê hewl dide şerê dewletên Erebî bisekine û siyasetên destwerdanê di karûbarên Misirê de bimeşîne.

Silêman anî ziman ku stasyona dawî "Buhara Erebî" bû, ku serûberiya mezin çêkir û aloziyên Rojhilata Navîn kûr kir.

‘GEFÊN TIRKIYÊ BÛNE PÊŞÎNEK‘

Ji ber zêdebûna aloziyan li dewletên Ereban û hewldanên Tirkiyê û dewletên herêmî û cîhanê ku ji vê aloziyê sûdê digirine, elaqeya di pirsgirêka Filistînê winda bû.

Tirkiye dixebite da ku hebûna xwe di welatên Erebî de xurt bike. Dewleta Tirk li Sûriyê gelek herêm dagir kirine, li Iraq, Qeter, Somal û Djibouti ava kirine, her wiha êrişî Lîbyayê dike.

Silêman anî ziman Îsraîl gefa yekemîn bû, piştre gefên tevgerên Îslamî yên siyasî û terorîst bûn hejmara yekem.

Hanî Silêman wiha domand: "Tevî girîngiya doza Filistînê ku ji ber dozeke dîrokî ji bo Ereban e, lê gefên Tirkiyê êdî eşkere bûn. Tirkiye nênçîrtiya di nava ne zelal de baş dizane bike. Dîsa jî bi derxistina rûyê xwe yê xweşik feysbaziya siyasî ya aloziyan baş dike, lê li gel van aloziyan êdî rûyê wê yê qirêj derdikeve, mîna ku çawa li Lîbyayê li petrolê digere."

Silêman diyar kir ku Îsraîl û Tirkiyê dewletên xwedî îdeolojî û proje ne. Îsraîl projeya wê ya Siyonîst, Tirkiyê jî projeya wê ya mîraseya Osmanî heye, ji bilî hebûna wî li Sûriyê nakokiyên wê bi dewletên Erebî re hene, hewl dide dest di Misirê de wer bide û Erebistana Siûdî şantaj dike.

‘PIRSGIRÊKAN EREBAN DIJWAR DIBIN‘

Girêdayî hêza welatên Erebî yên çareserkrina van aloziyan Silêman wiha anî ziman: "Gelek pirsgirêk hene, gelek dijwar û bi girêk in. Bi taybet bi derbasbûna milîs û hêzên derve ku li gorî piransîpên xwe yên mezhebî û îdeolojî tehekumê dikin. Mîna rola Îran di Sûriyê û Iraqê de, rola Tirkiyê ya mîraseya Osmanî û hewldana wê ya peydakirina cihekî di tevna Erebî de."

Silêman her wiha anî ziman ku li gel hikûmet û aliyên siyasî yên naxwazin pirsgirêk careser bibin û li gel desteka Amerîkayê Îsraîl jî hîna hewl dide bazirganiyê bi giyanê Filistîniyan bike.

‘EREBAN LIHEVKIRINA DERBARÊ DOZÊN ÇARENÛSÎ DE WINA KIRINE‘

Ji ber van Iraq, Sûriyê, Yemen, Lubnan û Lîbyayê di nava qeyranên siyasî û mezhebî de difetisin. Kendava Erebî jî bi şerê sar ê li dijî Tirkiyê û Îranê ve mijul. Lê li hemberî van siyasetan nêrînên cûda derdikevin.

Li gorî Silêman di encamên van aloziyan de tevna Erebî mijara ku bi giştî li ser lêhev bikin, winda kiriye û wiha domand: "Normal e ku nêrîn û helwest cûda bin. Lê ya xerîb ew e ku Ereban lihevkirina bi giştî ya li ser mijareke çarenûsî de winda kirine. Sedem ew e ku hin dewletên Erebî car caran ji refa Erebî de derdikevin."

Silêman bi domdarî got: " Êdî li dewletên Ereban nakokiyê hundirên derdikevin. Ev jî hizira koordîneya girêdayî dozên derve asteng kir, ji ber ku ew dewlet bi aloziyên xwe mijul bûne. Di encama mudexeleya derve de tevna civaka erebî parçe bû. Ev jî li dijî hevkariya Ereb a hevbeş e."

‘LI HEMBERÎ DESTWERDANA TIRKIYÊ XEBATÊN FERDÎ Û NE RÊXISTINKIRΑ

Derbarê bêdengiya welatên Erebî yên li hemberî destwerdanên derve bi taybet ên Tirkiyê Silêman got: "Bêdengiya Erebî ya li hemberî destwerdana Tirkiyê bû sedeam teqîna gelek aloziyan di demekê de."

Silêman anî ziman ku "Nabe em bêjin ku rola Erebî li hemberî van mudaxeleyan nîne, ji ber xebatên Misirê, Erebistana Siûdî û Îmaretê yên li dijî mudaxleyên Tirkiyê yên di Sûriyê û Lîbyayê de û hewldanên mudaxeleyên di welatên derdorê de hene. Em dikarin bêjin ku rola Komkara Erebî ne rêxistinkirî ye. Her wiha rolên ferdî li hemberî xeteriyên derve hene."

‘‘TEVÎ ZEHMETIYA HELWESTAN LÊ DERFET HEYE‘‘

Derbarê pêşerojê rewşa erebî Dr. Hanî Silêman ê misirî got: "Rewşa Erebî bi revandina dozan ji aliyê Îran, Tirkiyê Îsraîlê ve çêdibe. Rewşa Erebî di rewşeke xirab de ye, divê aliyên erebî van pirsgirêkan çareser bikin."

Silêman diyar kir ku derfet heye, divê rola Erebî hebe, ev tenê bi hevgirtina Erebî pêkan e, da ku bibe bingeha bersivdayîna projeyên dijber mîna hesabên Îsraîlê, hebûna Tirkiyê û Îranê. Heger dewletên Erebî li hev bikin, heger tevgereke doplomasî yekbûyî hebe dê derfeta çareseriyê hebe. Berpirsyariya vê yekê dikeve ser milê Komkara Erebî û dewletên pêşeng mîna Erebistana Siûdî, Misir û Îmaratê.

ANHA


Mijarên Din