Di salvegera dagirkirina Efrînê de bangên bilindkirina têkoşînê û derxistina dewleta Tirk

Meclisa Kantona Efrînê, Meclisa Giştî ya Helebê û Meclisa Sivîl a Reqayê dagirkirina kantona Efrînê ji aliyê dewleta Tirk ve, şermezar kir û piştrast kir ku dê têkoşînê heta têkbirina faşîzm û rizgarkirina Efrînê bidomînin.

Bi rasthatina salvegera duyemîn a dagirkirina Efrînê re, meclisên Rêveberiya Xweser ên herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê daxuyaniyên şermezarkirina dewleta Tirk a dagirker weşandin û banga bilindkirina têkoşînê kir.

ŞEHBA

Bi dehan endamên meclisên sivîl û şêniyên Efrînê yên di kampa El-Ewdê de (Kampa Veger) li gundê Ziyaret kom bûn û dagirkirina Efrînê di salvegera wê ya duyemîn de şermezar kir, her wiha daxuyaniyek ji aliyê Meclisa Kantona Efrînê ve hat dayîn.

Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku gelê Efrînê di qonaxa duyemîn a Berxwedana Serdemê de li beramberî balafirên dewleta Tirk û topên wê 58 rojan li ber xwe da û 731 rojan di qonaxa duyemîn de li ber xwe dide û dê berdewam be, asta têkoşîn û berxwedanê dê bilind bibe û dê faşîzma Trikiyê li Efrînê hilweşînin û Efrînê rizgar bikin.

Di daxuyaniyê de bang li NY`yê û rêxistinên mafên mirovan hat kirin ku sûcên ji aliyê Erdogan ve li Efrînê têne kirin, werin belgekirin û Erdogan wek sûcdar di dadgehên navneteweyî de were darizandin, her wiha zextê li Tirkiyê bikin ku dagirkirinê bi dawî bikin û şêniyên wê li warê xwe vegerin.

HELEB

Li bajarê Helebê bi dehan endamên saziyên sivîl li Qada Şehîdan a beşa rojavayê taxa Şêxmeqsûdê ya bajarê Helebê kom bûn ku beşdarî daxuyaniyê bibin.

Di daxuyaniyê de wiha hate gotin: "Em wek Meclisa Giştî ya taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên Helebê bejna xwe li beramber şehîdên Berxwedana Serdemê ditewînin, her wiha dagirkirina Efrînê û siyasetên erebkirin û tirkkirinê şermezar dikin.

Em bang li civaka navdewletî dikin li hember berpisriyariyên xwe yên bidawîkirina dagirkirina Tirk a kantona Efrînê rabin, parastina guncaw a şêniyên Efrînê û herêmên dîtir ên dagirkirî bikin. Di heman demê de soza berdewama têkoşînê heta rizgarkirina tevahî xakên ji hêla dewleta Tirk ve hatin dagirkirin, didin.”

REQA

Meclisa Sivîl a Reqayê der barê salvegera duyemîn a dagirkirina Efrînê bi dest dewleta Tirk a dagirker daxuyaniyek weşand û binpêkirinên dewleta Tirk ên li dijî şêniyên Efrînê şermezar kirin.

Di daxuyaniya Meclisa Sivîl a Reqayê de ev tişt hate gotin: "Binpêkirinên Tirkiyê li xaka Sûriyê hişt ku sûrî bi xwe hev bikujin, her wiha demografiya herêmê guherî, şêniyên resen bi zorê koçber kirin û li şûna wan malbatên çeteyan bi cih kirin, her wiha hovanetirîn rêbazên tecawizkirin, îşkence û kuştinê li dijî sivîlên resen pêk anîn."

Di dawiyê de Meclisê bang li tevahî aliyên têkildarî dosyaya Sûriyê kir ku ji bêdengiya xwe derkevin û dosyayên der heqê sûcan de vekin û pêngaveke erênî ya vegerandina xaka Sûriyê bû bidawîkirina dagirkeriyê de bistînin.

(bx)

ANHA


Mijarên Din