Di salvegera dagirkirina Efrînê de… sûcên şer, siyaseta tirkkirinê û qirkirina çandî-3

Dewleta Tirk ji dema dagirkirina Efrînê ve sûc û siyasetên xwe yên bi armanca çewisandina nasname û rastî û qirkirina çanda herêmê, da ku hebûna kurdan qir bike, didomîne.

Di beşa dawîn a dosyayên me de ku li ser dagirkeriya Tirk a ji Efrînê re û sûcên ku bi çeteyên xwe re pêk tîne, em ê behsa wêrankirina dibistanan û ferizkirina zimanê tirkî, her wiha vekirina şaxên zanîngehên Tirkiyê li Efrînê bi fermana yekser a Erdogan, qirkirina çandî û propogandeya çanda tirkî li herêmê, bikin.

HEDEFGIRTINA BI ZANABÛN A DIBISTANAN

Ji roja yekemîn a êrişan li dijî kantona Efrînê di 20`ê Çileya 2018`an de, dewleta Tirk a dagirker bi zanabûn navendên stratejîk ku xizmeta şêniyan dikirin di nav de dibistan, dikirin hedef.

Di êrişên 58 rojan de, dewleta Tirk nava 318 dibistanan, derdora 68 dibistan bi temamî rûxandin. Her wiha bi rêjeya ji sedî 60 gelek dibistan ji ber topbarana bizanabûn zirar dîtin.

Tevî ku dewleta Tirk ji 18'ê Adara 2018'an ve dagirkirina kantona Efrînê didomîne, çarenûsa dibistanên mayî ji dibistanên wêrankirî ne cûda bûn. Ji ber ku ew bi hêsanî veguherandine yan baregehan an jî girtîgehan ku tê de welatî îşkence dibînin.

Di vê çarçoveyê de, Rêxistina Mafên Mirovan a Efrînê piştrast kir ku 64 dibistanên ku nehatine ruxandin, hêzên dagirker ew veguherandin navendên istixbarata dewleta Tirk û cihên îşkencekirina sivîlan. Ji wan dibistanan; Dibistana Kulîlkên Efrîn û Feysel Qedûr, Peymangeha Viyan Amara û Dibistana Navîn a li navçeya Bilbilê veguherandine biryargeha istîxbarata dewleta Tirk. Her wiha dibistana amadeyî ya bazirganî kirine baregeh û navenda girtinê ya çeteyên polîsa leşkerî.

Her wiha Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê (SOHR) eşkere kir ku dewleta Tirk û çeteyên wê yên li Efrînê ji destpêka dagirkirinê ve, gelek girtîgeh ava kirine, di nav de dibistan hene.

Li gorî SOHR`ê navên girtîgehan wiha ne: Girtîgeha Veguhastinê, El-Beraa, dibistana El-Kerama, El-Hikma, Tirindê "xetertirîn girtîgehên veşartî û ji aliyê ajanên îstixbarata dewleta Tirk ve tê birêvebirin" , Ezhar a Efrînê, Yekitiya Ereban, Eşrefiyê, Mehmûdiyê, Kolana El-Vêlat, dibistana Emîr El-Xebarî , Basûta, Xirîbe, gundê Şingêlê, Kefer Cenê, Meydan Akbez, girtîgeha stasyonê ku weke yek ji girtîgehên herî xirab tê naskirin, Kora, Şiyê  û girtîgeha Qermitliq.

Parêzer û çalakvanê bi navê Cibraîl Mistefa destnîşan kir ku li bajarê Efrînê ji aliyê artêşa dagirker a Tirk û çeteyên wê ve qirkirineke çandî ya sîstematîk tê kirin û wiha domand: "Ji dema dagirkirina bajarê Efrînê ve, artêşa dagirker a Tirk û komên wê li dijî gelê Efrînê sûcên mîna kuştin, revandin, tecawizkirin, guhertina demografîk, talankirina şûnwaran û gelek sûcên din pêk tînin. Qirkirineke çandî li dijî gelê Efrînê pêk anîn û bi awayekî sîstematîk van sûcên xwe didomînin. Ji ber ku sûcên qirkirina çandî ji hovantirîn sûcên ku li dijî mirovahiyê pêk tîne û bi zanabûn çanda gelan li ser hesabê çanda gelên din tune dike."

Ji aliyê xwe ve berpirsekî berê yê Pentagonê Michael Rubin piştrast kir ku tişta ku dewleta Tirk dike, "Desteserkirina axê ye" û wiha domand: " Dewleta Tirk dixwaze siyaseta tirkkirinê li herêmê bimeşîne ji bo ku herêm careke din tev li Sûriyê nebin. Piştî wê di dirêjahiya du salan de wê bi hêsanî li ser mijara ku ev herêm beşek ji Tirkiyê nîqaş bikin. Qirkirina etnîkî ya ku dewleta Tirk dimeşîne, tenê gava yekemîn ber bi armanca bingehîn ve ew jî tevlêkirin e.”

FERZKIRINA ZIMANÊ TIRKÎ

Dibistanên ku dewleta Tirk derfeta da malbatên çeteyan zarokên xwe bişînin wir, ala Tirkiyê, wêneyên Erdogan û Ataturk li ser hatine daliqandin û zimanê tirkî lê tê xwendin.

Ya herî xeter, di çarçoveya siyaseta tirkkirina herêmê û danîna stûnên bingehîn ji bo parçekirina herêman ji Sûriyê de, Enqere bi biryara Wezareta Perwerde û Fêrkirinê ya Tirkiyê, zanîngeh û peymangeh li herêmên ku dagir kirine vekirin ku tê de materyalên tirkî têne xwendin.

Bi çavdêriya Wezareta Perwerde û Zanîngeha Gazî Entabê, Fakulteya Şerîetê li Ezazê, Fakulteya Aborî li bajarê Babê û Fakulteya Perwerdeyê li Efrînê bi koordîneya Dr. Ghesen Camûs ku sala 2015'an girêdana xwe bi DAIŞ`ê re ragihand û derbasî Reqayê bû da ku birîndarên DAIŞ`ê derman bike, vekir.

Li gorî çavkaniyên ji hundirê bajarê Efrînê, li bajêr di bin çavdêriya Fakulteya Perwerdeyê de peymangeh hatin vekirin ku ji aliyê Wezareta Perwerde û Zanîngeha Gazî Entab ve tê birêve birin ku erka wê belavkirina îdeolojiya El-Qaîdeyê û tundrawiyê ye. Parêzer û çalakvanê mafên mirovan Cibraîl Mistefa ev yek piştrast kir.

Dagirkeriya Tirk xwest ku şêniyan neçar bike bi zimanê tirkî fêr bibin û ala Tirkiyê li dibistan û saziyên herêmên ku dagir kirine rakirine. Her wiha hewl dide cilên dibistanên tirkî li ser xwendekaran ferz bike. Dibistanên li herêmên dagirkirî ku ji aliyê dewleta Tirk ve tên birêvebirin, slogana rojbaşiyê "Bijî Erdogan"li zarokên Efrînê ferz kirin û ew neçar kirin ku aleya Tirkiyê rakin.

Di vê çarçoveyê de, Cibraîl Mistefa got: “Sûcên qirkirina çandî ya ku dewleta Tirk li Efrînê pêk tîne, di ferzkirina zimanî tirk û erebî û tunekirina zimanê kurdî de diyar bû."

Mistefa ji tunebûna qanûnekê ku qirkirina çandî qedexe dike mixabiniya xwe anî ziman û wiha domand: “Divê civaka navneteweyî demildest tev bigere û qanûnekê ku vê sûcê qedexe dike derxe. Tevî ku tê zanîn qirkirina çandî yek ji rêbazên qirkirina komî ye. Ev têgeh sala 2007`an di ragihandina Neteweyên Yekbûyî ya mafên gelên resen di ber çavan re hatibû derbaskirin û li rex têgeha qirkirina kêmneteweyan hatibû bicihkirin. Lê di wesîqeya dawîn de hatibû rakirin û li şûna wê têgeha qirkirina komî hat bicihkirin.”

Mistefa destnîşan kir ku wek parêzer û çalakvanekî mafên mirovan û ji ber tunebûna biryarekê di qanûnên navneteweyî de ku qirkirina çandî sûcdar dike, kiryarên dewleta Tirk û çeteyên wê li Efrînê  bi sûcên qirkirina çandî dibîne ku dikeve çarçoveya sûcên qirkirina komî li dijî gelê Kurd li Efrînê.

NAVENDÊN ÇANDÎ YÊN TIRK LI EFRÎNÊ

Di çarçoveya qirkirina çandî li Efrînê û bicihkirina çanda osmaniyan li herêmê dem dewleta Tirk di 30`yê Çileya borî de li Efrînê Navenda Anadol a Çandî vekir.

Dewleta Tirk bi rêya vekirina navenda Anadolê hewl dide çanda tirkî belav bike û zimanê tirkî li ser herêma ku piraniya niştecihên wê Kurd in ferz bike. Ev yek li gel bêdengiya rêxistinên cîhanî û yên navneteweyî, li ser pêşerojê herêmê xetere ye û ber bi çaranûseke nediyar ve dibe.

Têkildarî vê mijarê Rubin got her serokek tirkî ji Pulent Acavîd sala 1974`an ve bigire û heta Erdogan pişta xwe dide rastiyekê ku dikare li hemberî bêdengiya navneteweyî bisekine.

Dewletên rojavayî jî nerazîbûnên xwe nîşan didin, sala 1974`an dema dewleta Tirk êrişî Qibrisê kir, nerazîbûna xwe rave kir, lê Enqereyê qirkirina etnîkî domand. Diplomatên rojavayî hema bêje tu bertek nîşan nadin. Ji bo Efrînê jî heman tişt dikin. Her çiqas dewletên rojavayî hêrsa xwe li hemberî qirkirina çandî ku li dijî kurdan li herêmê pêk hatiye, rave dikin, lê cîhan heta radeyeke mezin bêdeng e. 

Rubin da xuyakirin ku dewleta Tirk vê yekê baş dizane heke hêrsa navneteweyî paşguh kir, dikare ji vê zêdetir li ber xwe bide. Rubin diyar kir ku li rex wê jî Ewropa ruxmî axaftinên wê der barê mafên mirovan de, lê tenê qezenc li cem wê girîng e û dewleta Tirk dizane ku dikare wan bertîl bike da ku çavê xwe li hemberî sûcên wê bigirin.

`EFRÎN NIHA BÛYE STARGEHA EWLE YA ÇETEYÊN DAIŞ`Ê`

Rubin wiha domand: "Bi derketina James Jeffrey û Rich Ozin ji rêveberiyê re, dewleta Tirk êdî nikare xwe bispêre kesên ku di nava tîma Wezareta Karên Derve ya Amerîkayê de ku ji bo berjewendiyên wê mudaxele dikirin. Tevî ku balyozxaneya Amerîkayê ya li Enqereyê hîna jî piştgiriya delweta Tirk dike û propogandaya wê didomîne. Lê Biden ji Trump, Obama û Bush cudatir e ku îtîraf bi rastiya wî dike ku dîktatorekî fasid, nearam û ne amade ye xeyala ku tê gotin Tirkiyê demokratîk e qebûl bike.”

Michael Rubin di dawiyê de got: "Teqez Brett McGûrk - ku niha rayedarekî payebilind ê ewlekariya neteweyî ye - bêguman dînamîkaya herêmê fêm dike. Di dema ku Biden ji ber kiryarên dewleta Tirk li Sûriyê û her wiha kirîna S-400, tevgerên wê li Lîbya û Somaliyayê û bi giştî tevgerên wê yên bêaram dijbertir e û baweriya wê bi Tirkiyê kêm e. Lê mîna ku xuya dibe tiştek zêde tune ye ku Koşka Spî ne amade ye, dewleta Tirk neçarî vekişîna ji Sûriyê bike. Her wiha dewleta Tirk herêmên ku dagir kirine kirine stargeheke ewle ji bo rêxistina DAIŞ`ê.”

(şx)

ANHA


Mijarên Din