Di salvegera Komkujiya Şiêtat de; Ciwan û rûspiyên eşîreyê pesna rola QSD`ê di rizgarkirina herêmê de da

Ciwan û rûspiyên eşîreya Şeîtat komkujiya ku DAIŞ`ê beriya 8 salan pêk aniye, şermezar kir û pesna rola şervanên QSD`ê da yên ku herêm rizgar kirin.

Piştî ku çeteyên DAIŞ`ê gelek herêm û bajarên Sûriyê dagir kirin, gelek sûc li dijî mirovahiyê pêk anî, mezin û biçûk jê zirar dît. Êla Şiêtat a li rojhilatê Dêrazorê, ya herî zêde zirar ji ber DAIŞ'ê dîtiye. Ji ber ku serî ji DAIŞ`ê re netawandin, çeteyan komkujiyek li dijî wan pêk anî.

Di destpêka Tebaxa 2014`an de çeteyan êrişî êla Şiêtat kir. Şer di navbera wan de derket ku heta 15`ê Tebaxa 2014`an berdewam kir. Êlê bi hemû hêza xwe li ber xwe dan. Lê hejmara çeteyan û çebilxaneya wan pir zêde bû. Di encamê de zêdetirî hezar û 200 kes ji êlê şehîd bûn.

Der barê mijarê de Ebdurehman El-Dixêvic ê ji êla El-Şiêtat ji ajansa me re axivî û qurbanên komkujiyê bi bîr anîn û got: “Dema me nehişt çeteyên DAIŞ derbasî herêmên me bibin, çeteyan fetwa derxist û kuştina me helal kir. Di encamê de me zêdetirî hezar û 200 mirovên xwe winda kirin.”

El-Dixêvic wiha berdewam kir: “Ev komkujî li dû xwe trajediyeke mezin hişt. Bi hezaran zarok sêwî man. Gelek malbatan ji ber hovîtiya çeteyan, hemû zarokên xwe winda kirin.”

'BI SAYA QSD`Ê, DAIŞ TUNE BÛ Û ME TOLA ŞEHÎDÊN XWE HILANÎ'

Her wiha El-Digêvic îşaret bi rola şervanên Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) kir ku herêm ji DAIŞ`ê rizgar kir û got: “Dema QSD`ê pêngavên xwe li dijî DAIŞ`ê ragihand, şêniyên Dêrazorê bi giştî û êla Şiêtat tev li wê bûn û cihê xwe di pêngavên rizgarkirina herêmê ji DAIŞ`ê de girt.”

El-Dixêvic wiha pê de çû: “Bi saya QSD`ê, DAIŞ tune bû. Em vê helwesta wê ya esilzade ji bîr nakin. Bi saya van hêzan DAIŞ li Baxozê hat tunekirin û me tola şehîdên xwe hilanî.”

El-Digêvic anî ziman ku êla Şiêtan Saziya Malbatên Şehîdên Komkujiya Şiêtat ava kir, ev sazî, desteka madî ji malbatên şehîdan re pêşkêş dike, piraniya destek ji endamên êlê tê, li rex wê jî Meclisa Sivîl a Dêrazorê jî destekê dide.

'JI BO HELALKIRINA QETILKIRINA ME FETWA DERXISTIN'

Rûspiyê êla Şiêtat Nasir El-Xelef got: “Dema DAIŞ derbasî herêmên Dêrazorê bûn, ciwanên êlê ew qebûl nekir. Ji ber wê destpêkê şerekî sivik çêbû. Bi rêya wê DAIŞ hewl da derbasî herêmên Şiêtat bibe. 

Çeteyên DAIŞ careke din êriş kir. Fetwa ji 5 bendan derxist. Ya yekê, her yek di 15 saliyê û jor de tê kuştin. Ya din, mal û milkên wan tên desteserkirin. Ya sêyem malên wan têne wêrankirin. Ya çarem, koçberî beyara Şamiye ya li rojavayê Firatê yan jî çiyayê Sincar tên kirin, ya pêncan, nabe ew derbasî herêmên di bin kontrola çeteyên DAIŞ`ê de bibin.”

Nasir El-Xelef got çeteyên DAIŞ`ê gundên Şiêtat dorpêç kirin, nehiştin xwarin, derman û pêdiviyên rojane derbasî herêmê bibin û got: “Çeteyan bendên kontrolê danîn, her kesê ji êla Şiêtat qetil dikirin.”

Rûspiyê Şiêtat a bajarokê Xiranîc Sabit El-Îd got: “Gundên Şiêtat ji hemû aliyan ve hatin dorpêçkirin. Di encamê de şênî neçar man ber bi bajarokê Hecîn, Şefa û Baxozê ve koçber bibin. Şêniyên rojhilat ew pêşwazî kirin.”

El-Îd wiha anî ziman: “Kuştin êdî li ser nasnameyê bû. Yên herî zêde hatin qetilkirin endamên êlê yên li dewletên Kendavê bûn. Wan nizanîbû çi rû daye. Dema digihaştin rojhilatê Dêrazorê bi awayekî hovane dihatin qetilkirin.”

Her wiha El-Îd got: “Endamên êlê yên li derve bi navê ku DAIŞ`ê li xwe kiribûn, “Dewleta Îslamî ya Iraq û Şamê” hatin xapandin. Lê di rastiyê de tu têkiliyên wan bi Îslamê tune ye. Tenê komên terorîst in.”

El-Îd daxuyand ku piştî danûstandinên ji aliyê gelek rûspiyên êlên din ve, êla Şiêtat vegerî mal û gundên xwe, piştî ku zêdetir hezar û 200 zarokên xwe ji dest dan.

Di dawiyê de Sabit El-Îd got: “Ciwanên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, cîhan ji xeteriya DAIŞ xilas kir. Niha bi saya fedakariyên ciwanên herêmê û QSD`ê em di nav ewlehiyê de ne.”

Hêjeyî bibîrxistinê ye, êla Şiêtat êlek ji qebîleya El-Igêdat e. Hejmara endamên wê digihêje 200 hezaran ku li rojhilatê beravê çemê Firatê li gundên Ebû Hemam, Keşkiye û Xiranîc dimînin.

(şx)

ANHA


Mijarên Din