​​​​​​​Di salvegera peymana Lozanê de dagirkeri, mêtîngerî û Kurd

Gelê Kurd hîna daxwaza bidestxistina mafên xwe yê rewa û Kurdistana yekbûyî dike. Piştî ku ew xewn li ser îmzekirina peymana Lozanê ji holê hat rakirin û gelê Kurd di bin hegemoniya Tirkiyê, Îran, Iraq û Sûriyê de hate hiştin. Gelo navaroka vê peymanê çi ye û Tirkiyê niha çi plan dike?

Piştî têkçûna desthilatdariya  Osmanî di dawiya şerê cîhanê yê yekemîn de, bi saya peymana "Sevr" a sala 1920`an ku tekezî bi mafê Kurdan ê diyarkirina çarenûsa xwe kir, gelê Kurd nêzî pêkanîna xewna xwe ya avakirina Kurdistanê bû.

Piştî têkçûna dewleta Osmanî di şerê cîhanê yê yekemîn de, dewleta Osmanî hate neçarkirin ku bi dewletên serketî re di 10`ê Tebaxa 1920`an de peymana Sevrê îmze bike.

Li gorî vê peymana ku li bajarê Sevr ê Frasnayê hate îmzekirin de, hevalbendan sînorên dewleta Osmanî teng kirin û tenên herêmên ku bi zimanê Tirkî diaxivin di bin serweriya wê de hiştin. Vê yekê û li gorî bendên 62, 64 ên beşê sêyemîn ê peymanê, rê da gelê Kurd ku çarenûsa xwe diyar bikin û Kurdistanê ava bikin.

SOZ PÊK NEHATIN Û LI SER ÎNKARKIRINA NASNAMEYA KURDÎ LI HEV KIRIN

Lê belê di destpêka sala 1920`an bi serkêşiya Mustafa Kemal Ataturk netewperestan pêşketinek di "şerê serxwebûnê" de bi dest xistin. Vê yekê Ataturk teşwîq kir ku peymana Sevrê û sozên ji bo Kurdan, bi dawî bike. Ataturk piştrast kir ku ew avakirina dewleta Kurdistanê red dike û ji bo îmhakirina nasnameya Kurdî û tunekirina wan di civaka Tirkî de dest bi siyasetên tirkkirinê li dijî Kurdan kir.

Piştî wê hêzên hevalbend "Brîtanya, Fransa, Îtalya, Japon, Romaniya, Bûlgarîstan, Pirtugal, Belçîka, Yogsilaviya" neçar man ji bendên peymana Sevrê paşve vekişin û bi peymana "Lozanê 1923" guhertin. Bi îmzekirina Lozanê re gelê Kurd ket bin serweriya Tirkiyê, Îranê û hêzên Brîtanya û Fransayê ku Irqa û Sûriyê mêtînger kiribûn.

Gelek bendên peymana Lozanê hebûn, lê belê tu bendên girêdayî Kurdan nehatin bibîrxistin. Hin madeyên giştî ku tekeziyê bi parastina mafên hemû welatiyên Tirkiyê bêyî cudabûna netewî, çandî û nasnameya wan dike hatin danîn. Her wiha hat gotin mafên hemû welatiyan heye ku bi serbestî bi zimanê dayikê biaxivin. Lê belê piştre qonaxa înkarkirina nasnameya Kurdî û qirkirina çandî û fîzîkî ku heta roja me dewam dike, li dijî Kurdan dest pê kir.

Ev peyman wekî rewakirina dûrxistina Kurdan ji nexşeya siyasî û xeternaktirîn peymana ku Kurdistan parçe kiriye, tê hesibandin.

Di wê der barê de, Rêber Abdullah Ocalan di parêznameya pêncemîn a bi navê Şaristaniya Demokratîk-Doza Kurdî de wiha nirxand: "Bi îmzekirina peymana Lozanê û ragihandina komarê re, qonaxeke nû dest pê dike. Bi îmzekirina peymaneke xeternak li dijî Kurdan, dixwazin nakokiyên domdar bi Brîtanyayê re yên girêdayî Mûsil û Kerkukê bi dawî bikin."

Rêber Ocalan wiha nirxandina mijarê dewam dike: "Peymana Enqere ya bi Fransayê re tevî pêşkêşkirina tewîzan ji Mîsaqa Millî, bandorên xeternak bi xwe re neanî. Her wiha di serdema Fransayê de parçeyekî biçûk hişt."

‘TIRKIYE BERJEWENDIYÊN DAGIRKERIYÊ BI KAR TÎNE’

Girêdayî mijarê, nivîskar û şîrovekarê siyasî yê Kurd Mehmûd Ebbas ji ANHA`yê re wiha nirxand: "Tevî têkçûna îmeratoriya Osmanî jî û mayîn hêzên wê yên leşkerî û siyasî ku karîbû şertên xwe li ser dewletên mezin ferz bike, Brîtanya û Fransayê nexwestin dev ji berjewendiyên xwe li herêmê berdin û bi Osmaniyan re bikevin şerekî berfireh. Her wiha hewl nedan ku bi gelê Kurd ê li ser wê cografiyayê jiyan dike, îtiraf bikin an dewleteke Kurdî ava bikin. Heke şer berfireh bûba jî, dihat texmînkirin ku Yekitiya Soviyatê li kêleka Tirkiyê bisekine."

Nivîskar û şîrovekarê siyasî wiha nirxandina xwe dewam kir: "Ji aliyekî din ve her du dewletên mêtînger dîtin ku nikarin împeratoriya Osmanî ib temamî hilweşînin. Di yek ji şerê herî girîng de yê li ber deriyên Derdenîl, têk çûn. Her wiha Fransa di şerê li ser sînorên Sûriyê-Tirkiyê de bi ser neket. Bi vê yekê dîtin ku hewldana avakirina dewleta Kurdistanê li hemberî berjewendiyên wan li herêmê binketî ye. Li kêleka şerê di navbera Brîtanya û Fransayê de li ser cografiya Kurdistanê, ku dê zirarê yekser bigihîne berjewendî û staratejiya mêtîngeriyê ku li ser bingeha zirarên kêm ji bo qezencên pir, hatiye avakirin."

‘LAWAZBÛNA FAKTORA KESAYETÎ’

Ebbas wiha dibîne: "Tunebûna Kurdan di qadên navnetewî û leşkerî de, pêkanîna vê yekê hêsan kir. Parçekirinên cografî û siyasî yên beriya peymana Lozanê ku bi peymanên Enqera 1 û 2 de temam bû, bandor li çarenûsa Kurdistanê jî kir û kir qurbaniya berjewendiyên hêzên mezin. Her wiha faktorê kesayetî jî ji hemû aliyan ve lawaz bû."

TIRKIYE NIHA ÇI PLAN DIKE?

Bi hatina salvegera Lozanê re, serokkomarê Tirk Recep Tayyîb Erdogan hewl dide ku xewnên xwe yên berfirehkirina dagirkeriya xwe li herêmê, pêk bîne.

Lewra her tim tekez dike ku divê li peymanê dîrokê vegerin, ku bi saya wan Tirkiyêya Nû bi sînorên xwe yên niha li ser mîrasê dewleta Osmanî, hate avakirin.

Erdogan dibêje ku peymana Lozanê piştî 100 salî ji îmzekirina wê, bi awayekî sîstematîk betal dibe, ku bi rêya Lozanê dewleta Osmanî gelek erd û dewlet ku yek ji wan Qubirus e, ji bin serweriya xwe derxist. Erdogan bi wê behaneyê destwerdanê li Sûriya, beravên rojhilatê Qubrisê, Iraq, Lîbya û gelek herêmên din bi taybetî herêmên Kudan, dike.

‘DIBE KU YEKBÛNA TIRKIYÊ BIBE QURBANIYA XEWNÊN ERDOGAN’

Der barê wê yekê de, nivîskar û şîrovekarê siyasî yê Kurd Mehmûd Ebbas wiha got: "Bi nêrîna min, Erdogan gora Tirkya Kemalîst dikole. Tevî pêşketinên ku di 20 salên dawî di warên aborî û leşkerî de pêk anîne. Lê belê xewnên Erdgona û hewldanên berfirehbûna cografîk û leşkerî, dê di pêşerojê de wê bi şerê bi hêzên mezin re rû bi rû bihêle."

Ebbas diyar kir ku: "Da ku xewnên xwe pêk bîne, Tirkiyê ji aliyê olî ve xwe xist nava rêveberiya cîhana sunî ya olî. Her wiha li peymanên navdewletî yên hêz dane împeratoriya Osmanî digere û hewl didin ji nû ve bixe rojevê."

Ebbas got: "Tirkiyêya Erdogan li pêşiya Ewropa îro li ser vê startejiyê kar dike. Ji ber ku berjewendiyên wê rê nahêlin ku bikeve şerekî yekser û berfireh. Her wiha nakokiyên Rûsya û Amerîkayê derfetê didin Tirkiyê ku binpêkirinên xwe li ser hesabê dewletên herêmî û berjewndiyên wan berdewam bike. Lê belê tê peyîn ku di pêşeroja nêz de, guhertin pêk bên. Ne dûr e ku Erdogan li hemberî van xewnên xwe, yekbûna Tirkiyê bike qurbanî."

Kurd di salvegera vê peymana bê xêr de hîna tekoşîna azadiyê didomînin. Lê ji ber nebuyina yekitiya netewî heya niha jî di bin hukmê peymana Lozan de Kurdistan di bin dagirkerî metîngeriyê de ye. 

Ji Lozanê heya niha her çiqas plan û êrîşên dagirkerî û qirkirinê li ser Kurdan kêm nebûbe jî, Kurdan jî rexmî hemû van siyasetan ji tekoşîna azadiya xwe paş de gav neavêtine. 

(cx)

ANHA


Mijarên Din