Di salvegera serkeftina Kobanê de dewleta Tirk û çeteyên wê xetereyeke nû ne

6 sal di ser ragihandina serkeftina berxwedana sedsalê ya Kobanê ya li hemberî çeteyên DAIŞ'ê re derbas bûn. Serkeftina Kobanê destpêka ketina DAIŞ'ê bû. Lê piştî vê ragihandinê bi demeke ne dirêj, xetereyeke nû derket holê ku ne tenê Bakur û Rojhilatê Sûriyê, di heman demê de ewlehiya tevahî cîhanê dixe xetereyê.

15'ê Îlona 2014'an komên çeteyên DAIŞ'ê berê xwe da bajarê Kobanê yê ku ji çar aliyan ve hatibû dorpêçkirin û di nav çend rojan de bi sedan gund dagir kirin û nêzî bajêr bûn. Bi vê re şerê  kolanan dest pê kir û 134 rojan dewam kir.

26'ê Çileya 2015'an dîrokek e ku şêniyên Kobanê û herêmê ji bîr nakin. Di vê rojê de berxwedarên di taxên bajêr serkeftina li dijî DAIŞ'ê ragihand.

https://www.hawarnews.com/kr/uploads/files/2021/01/22/214330_kobane-berxwedani.jpg

Ji wê demê ve çeteyên DAIŞ'ê li Bakur û Rojhilatê Sûriyê li hemberî berxwedana YPG, YPJ û QSD'ê derbên giran xwarin û di Adara 2019'an de li baregeha dawîn anku li bajarokê Baxozê yê Dêrazorê ketin.

Çeteyên DAIŞ'ê tevahî cîhan xistibû nava tirsekê. Ji bo têkbirina wê gelek dewletan Koalîsyona Navneteweyî ava kir. Şerên ku artêşên Iraq û Sûriyê tê de li hemberî DAIŞ'ê bi bin ketin, nayên jimartin. Her wiha gelek çalakiyên terorîstî pêk anîn ku bi sedan mirov kirin qurbanî.

Tevî ku DAIŞ li ser erdê têk çûye, lê şaneyên wê yên veşartî li gelek deverên Sûriyê çalak in.

XETEREYEKE NÛ GEFÊ LI HERÊM Û CÎHANÊ DIXWE!

https://www.hawarnews.com/kr/uploads/files/2021/01/22/214559_-.jpg

Hevserokê Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser a Herêma Firatê Mihemed Şahîn li ser mijarê wiha axivî: "Piştî ku çeteyên DAIŞ'ê hatin têkbirin, lê hin şaneyên wê hene ku ji aliyê dewleta Tirk ve tên birêvebirin da ku Rêveberiya Xwser têk bibin. Ev çete li Efrîn, Serêkaniyê û Girê Spî hatin dîtin. Hîn jî tundrawên li bajarên dagirkirî hewl didin bi hemû rêbazan hikumeteke radîkal bi qanûnên tundraw ava bikin."

Şahîn destnîşan kir ku li bakurê Sûriyê rêveberiyeke xweser a hemû pêkhateyan hate avakirin, lê kesên tundraw ku dewleta Tirk a dagirker li pişta wan e, hewl didin vê rêveberiya azad tune bikin û nehêlin ku gel xwe bi rê ve bibe, da ku sîstemên xwe yên radîkal ferz bikin.

Li herêmên Sûriyê yên ku ji aliyê dewleta Tirk û çeteyên wê ve hatine dagirkirin, nîşaneyên dewletên biçûk ên tundrawan ku dewleta Tirk hewl dide ava bike, xuya dikin. Gelek aliyan navên bi sedan serçete û endamên berê yên DAIŞ'ê ku niha di nav komên çete yên girêdayî dewleta Tirk de ne, eşkere kirin.

25'ê Cotmeha 2020'an, di xwepêşandanekê de ku li bajarê Serêkaniyê yê dagirkirî li dijî daxuyaniyên serokkomarê Fransayê Emmanul Macron rabûbû, alên çeteyên DAIŞ'ê hatin dîtin. Van dîmenan cîhan matmayî kir. Lê ev yek xelekeke ji xelekên dirêj ên girêdana dewleta Tirk bi DAIŞ'ê ve îsbat dike. Di salên dawîn de tevahî cîhanê bawer kir ku dewleta Tirk piştgira sereke ya çeteyên DAIŞ’Ê li Sûriyê ye ku sînorê xwe  ji çeteyên biyanî re vekir da ku derbasî Sûriye û Iraqê bibin.

Li aliyekî din jî sîxurên ku ji bo dewleta Tirk li herêmên Rêveberiya Xweser kar dikirin, di mikurhatinên xwe de yên li gel hêzên ewlekariyê, eşkere kirin ku li Tirkiyê gelek baregehên perwerdeyê hene, di van baregehan de sûrî û endam û fermandarên berê yên DAIŞ'ê perwerde dikin.

https://www.hawarnews.com/kr/uploads/files/2021/01/22/214538_-.jpg

Ji Girê Meştenûr ê bajarê Kobanê hevserokê PYD'ê Enwer Muslim wiha dibêje: "10 km nêzî cihê ku ez niha lê rûniştime, fermandara YPJ'ê Arîn Mîrkan çalakiyeke fedaî li dijî DAIŞ'ê pêk anî. Arîn qebûl nekir ku bajarê wê radestî DAIŞ'ê were kirin. Bi vî rihê berxwedana Kobanê bi ser ket û hişt ku Kobanê bibe meşaleya azadiyê ji tevahî cîhanê re."

Muslim bi domdarî got: "Em hev nexapînin, dewleta Tirk heya niha hewl dide heman senaroyoyê dubare bike, hîn jî destekê dide terorîstan û wan ji bo vê armancên xwe perwerde dike."

Enwer Muslim îşaret bi jiyana hevbeş a di navbera pêkhateyên herêmê de kir û ev tişt diyar kir: "Pêkhateyên van herêman ên Kurd, Ereb, Tirkmen, Ermen û Suryan bi hev re bi ewle dijîn. Hemû bi hev re bi azadî û demokratîk dijîn. Lê ev jiyan ne li gorî rêgezên AKP'ê ye, me dît û tevahî cîhanê jî dît ku bi sedan endam û mîrên DAIŞ'ê  tev li çeteyên dewleta Tirk bûn."

Muslim diyar kir ku çete ne tenê li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê metirsî ne û wiha pê de çû: "Tişta ku li Lîbya, Azerbêcan, Başûrê Kurdistanê, Bakur û Rojhilatê Sûriyê qewimî, me dît. Şêniyên Efrîn, Serêkaniyê û Girê Spî wan çeteyan nas dikin ku di nava DAIŞ'ê de bûn, lê niha bi cilên nû û rêbazên nû ku dewleta Tirk ew hewandin û ji bo şer şandin gelek herêman."

‘LI DIJÎ XETEREYÊ DIVÊ CIVAKA NAVNETEWEYÎ BIKEVE NAVA TEVGERÊ’

Çavdêr dibêjin ku xetereya komên çete yên girêdayî dewleta Tirk ne tenê ji bo Bakur û Rojhilatê Sûriyê ye, di heman demê de sînorê gelek dewletan derbas kiriye.

Ji her kesî re eşkere bû ku dewleta Tirk ew çete şandin Lîbya û Qerebaxê, li aliyekî din jî planên wê hene ku ber bi herêmên ku şer lê heye, bişîne. Ev yek dide nîşandan ku xetereya wê mîna ya DAIŞ'ê li ser tevahî cîhanê heye.

Hevserokê PYD'ê Enwer Mulsim dibêje: "Dema berxwedana Kobanê û dagirkirina Efrînê û herêmên din, me civaka navneteweyî hişyar kir, niha jî em wê ji xetereya perwerdekirina dewleta Tirk ji wan çeteyan û niyetên wê yên veşartî, hişyar dikin. Ji ber ku dewleta Tirk dixwaze  herêmên din ên Bakur û Rojhilatê Sûriyê û gelek dewletên din dagir bike. Cîhanê ev yek dît dema ku êrişî Eyn Îsayê kirin. Me bêdengiya Rûsyayê ya li hemberî van êrişan jî dît. Diviyabû ku Rûsyayê rola xwe wekî garantora agirbestê, bi cih bîne."

Enwer Muslim di dawiya axaftina xwe de got: "Dewleta Tirk û çeteyên wê naxwazin şêniyên herêmê li ser xaka xwe bi aştî bijîn. Me civaka navneteweyî ji vê yekê hişyar kir û me got dewleta Tirk aliyeke ku aloziya Sûriyê kûr dike û ne aliyekî çareseriyê ye. Divê çareserkirina aloziya Sûriyê bi destê sûriyan be. Niha 5 milyon welatî li Bakur û Rojhilatê Sûriyê dijîn, nabe ku nêrînên wan di civînên navneteweyî de werin paşguhkirin."

ANHA


Mijarên Din