Di sempozyuma şêwekariyê de berhemên jinan

12 jinên hunermend bi berhemên xwe tev li sempozyuma li Kobanê bûne û tabloyên her jineke şêwekar di nava sempozyumê de aliyekî jiyana jinan şîrove dikin.

Di Sempozyuma Hunera Şêwekariyê ya Rojava ya duyemîn de ku li Hola Newroz a li bajarê Kobanê li dar dikeve, tabloyên şêwekarên jin gelek rastiyên jiyanê şîrov dikin, wekî êşa koçberiyê û piştgiriya şervanên Yekîneyên Parastina Jin (YPJ).

Ji Rojava 24 şêwekar ku ji wan 12 şêwekarên jin in, tev li sempozyumê bûn.

Şêwekara jin a bi navê Narîn Ebdî ku beşdarî sempozyumê bûye, tabloya bi navê “Bêhnvedana Şervanan” xêz kiribû ku 2 şervanên YPJ`ê tê de hev hembêz dikin. Narîn got: “Armanca min ji vê wêneyê ew e ku ez piştgiriya jinên YPJ`ê ji bo hev û çawa jinên Kurd xwe didin îsbatkirin, nîşan bidim. Ji bo wê min ev wêne xêz kir."

Narîn di berdewama axaftina xwe de ev tişt diyar kirin: "Tevlêbûna sempozyumê ji zarokatiyê de xewn û xeyala min bû. Ez ji bo her jinekê dibêjim eger tu bixwazî, tu kes nikare rêya te bigire. Divê jin di hemû qadên jiyanê de xurt bibin."

Li aliyekî din şêwekara Ayda Hesen tabloya bi navê “Aramî” xêz kiriye. Ayda destnîşan kir ku aramî taybetmendiyeke jinan e û got: "Em jin her dem dixwazin rastiya xwe ji civakê re bidin şîrovekirin û ez jî bi rêya wêneyan dixwazim xwe bidim îsbatkirin. Tabloya min gerdûnê nîşan dide û muzîk rihê gerdûnê ye. Jin û muzîk heman in, lê her yek bi awayê xwe."

Hêjayî bibîrxistinê ye ku mijara sereke (tema) ya wêneyên piraniya şêwekarên Rojava, aramî ye.

(şm-de)

ANHA


Mijarên Din